Diyar Dêrsim şahiyek ji şêniyên Berxwedana Serdemê re organîze kir

Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim şahiyek ji şêniyên Efrînê yên berxwedêr ên li kantona Şehbayê re, bi beşdarbûna girseya gel li dar xist.

Di çarçoveya rêzeşahiyên xwe de, Diyar Dêrsim gihaşt kantona Şehbayê û şahiyek ji şêniyên Efrînê yên di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de û şêniyên kantona Şehba yên li herêmê re organîze kir.

Şahî li Qada 8’ê Adarê ya li gundê Meiratê yê kantona Şehbayê li dar ket. Qad bi wêneyên têkoşerên YPG û YPJ’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî û pankarta "Bi çanda demokratîk ber bi rizgarkirina Efrînê ve" hat xemilandin.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hunermend Diyar Dêrsim îşaret bi şoreşa Rojava kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dengvedana wê li tevahî cîhanê belav bûye û bi wê re jî metodên aştî, armancên parastina nasname û nirxên tavahî gelên herêmê hatin parastin.

Dêrsim bal kişand ser sekna şêniyên Efrînê yên 58 rojên Berxwedana Serdemê û berdewama berxwedana wan bi hemû hêz û moralên bilind heta roja îroyîn û tekez kir ku hêz û israra şêniyên Efrînê dê serketftin û rizgarkirina Efrînê ji qirêjiya dewleta Tirk pêk bîne.

Piştre hunermend Diyar Dêrsim stranên kurdî yên şoreşgerî di nava beşdariya girse û coşa bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê de gotin.

Şahî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê, silavkirina şehîdan û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim beriya çend rojan ji Ewropayê gihaşt Rojava û Bakurê Sûriyê da ku rêzeşahiyan li herêmê li dar bixe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din