Diyar Xerîb  û hevalên wî li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hatin bi bîranîn

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî Şahîn û Devran ên di 4‘ê Tîrmehê di êrîşeke hawayî ya balafirên Tirkiyê de şehîdî bibûn li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hatin bîranîn.

Li şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî ku di encama êrîşa balafirên Tirkiyê de şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Girseya ku bi meşê herikîn şehîdgehê, gul danîn ser gora Xerîb û şehîdan. Malbat, rêheval û welatî li ser gora Diyar Xerîb kombûn û kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Posterên Ocalan û Diyar Xerîb a bi hevre, postereke mezin a Dr. Sîrwan, Viyan Soran û Diyar Xerîb hatin rakirin. Di merasîmê de bi sedan wêneyên Xerîb ên bi ala PKK’ê û KCK’ê hatin hildan.

Di merasîmê de bênavber dirûşmên dijî dagirkeriyê û “Helmet namire”, “PKK tolhildan”, “Heval Helmet Rêbere, pêşengî tacî sere”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Merasîm bi sirûda netewî ya "Ey reqip" û deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî sirûda netewî, Komîteya Malbatên şehîdên PKK’ê ya Başûr nivîsek ku li ser jiyannameya Diyar Xerîb amadekiribû xwend. Komîteya Malbatên şehîdên Başûr got, “ Li dijî xeta xiyanetê her timî xeta berxwedanê, temsîl kir. Divê gelê me yê Başûr rihê şoreşgerî ji hevalê Helmet fêr bibe, ji ber ew nimûneya serkirdeyekî şoreşgerî ya gel bû. Şehîdbûna wan giranbû, lê wê ev şahadet bibe sedema têkoşîneke xurt û wê îradeya me bihêztir bike. Em hesab ji dagirkeran û sîxûran bixwazin.”

Daxuyaniya Konseya Serokatiya KCK’ê ji aliyê hevalê Diyar Xerîb Hesen Cûdî ve hate xwendin. KCK’ê sersaxî ji malbata Xerîb, hevalên wî yên têkoşînê û gelê Başûrê Kurdistanê re xwest û got, “Serê malbata heval Helmet, Serok Apo û gelê me sax be, xemgîniya we parve dikin. Soz didin, heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê rêya wan bişopînin û xeyalên wan pêk bînin. Armanca dijminên Kurd têkbirina destkeftiyên Kurd e. Êrîşa li ser heval Helmet jî bi hevkariya hêzên noker pêkhatiye.”

Besta Firat: Heval Helmet sembola yekîtiya netewî ya gelê Kurd e

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat bi navê Rêveberiya KCK’ê û PKK’ê di merasîma bîranînê de axivî û şehîd Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn bi bîr anî.

Besta Firat êrîşa bêbext û namerdane ya dijî Xerîb û hevalên wî bi zimaneke tund şermezar kir û got, “Em weke Hevserokatiya KCK’ê û Meclîsa PKK’ê û gerîlayan bixêrhatina we tevan dikin. Em ev êrîşa bêbeext a li dijî heval Diyar Xerîb, Dewran û Şahîn şermezar dikin. Em sonda tolhildanê didin. Ji ber heval Helmet pêşengê gelê Başûr û Netewa Demokratîk bû. Şagirtê berxwedêr  ê Rêber Apo bû. Heval Helmet sembola netewî ya çar parçeyên Kurdistanê bû û keda wî li ser çar parçeyan hebû. Heval Helmet xeteke netewî li Kurdistanê pêşxist û sînorên dijmin danîbûn di dil û mejî û xebatên xwe de hilweşand. Em wî weke sembola yekîtiya netewî ya Kurd radigihînin.”

 ‘Şagirt, alîkar û rêhevalê Rêber Apo bû’

Besta Firat di dewama axaftina xwede diyar kir Diyar Xerîb alîkarê Ocalan bûye û got, “Rêheval, şagirt û alîkarê Rêber Apo bû. Di her mijarek de xeta Rêber Apo temsîl dikir. Serkirdayetiya heval Helmet li we tevan pîroz dikin. Di heman demê de li Rojhilata Navîn temsîliyeta xeta sêyemîn jî dikir. Ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya. Rêya sêyemîn a civakê temsîl dikir. Perwerdekarekî gelek jîr bû.

 ‘Ewladekî herî xweşîk û baş yê vî gelî bû’

Şahadeta Heval Helmet me gelek êşand û ji me re giran hat PKK şehîdên xwe ji xwere dike hêz û ji wana hêz digire.  Piştî şahadeta heval Sîrwan xeta azadiyê pêşket. Emê ji bo şahadeta heval Helmet jî şîn girê nedin, hêviya xwe qut nekin. Milyonan hevalên me hene û bi hezaran hevalên heval Helmet hene. Wê hemû şagirt û rêhevalên heval Helmet, ji niha û pêve wî bişopînin. Emê hemû xelayên heval Helmet pêkbînin.”

Xwedî derketina gelê Başûr hate silav kirin

Besta Firat xwedî derketina gelê Başûr li Endamê Konseya Serokatî ya KCK’ê jî pîroz kir û got, “Çend roje hun li ser piyanin. Em xwedî dekretina we ya li heval Helmet birêz silav dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê wê gelek Helmet derkevin. Em rêz li  malbat û dayîka şehîd Helmet digirin. Hun dixwazin em tola wan hilînin, emê tola wan hilînin. Evê tenê bi cezakirinê re sînordar nemîne, wê tolhildana îdeolojîk, civakî, siyasî û rêxistinî jî were rakirin.”

Xîtabê Şehîd Helmet û hevalên wî hate kirin

Besta Firat di dawiya axaftina xwede xîtabê Xerîb û hevalên wî kir û got, “Heval Helmet, heval Şahîn û heval Dewran, em bejna xwe li ber we ditewînin. Em soz didin we, emê tola t hilînin û xeyalên we pêkbînin, Rêber Apo azad bikin, ji bo demokratîkirina Başûrê Kurdistanê çi pêwîst be bikin. Te li dijî xiyanetkar û nokeran gelek xebat meşand, emê berdewam bikin. Dirûşma me ‘Helmet’ e dijî dagirkeriya Tirk.

Merasîm bi peyama PKK’ê, malbata şehîd, Tevgera Azadî û melayên Başûr û hevalên wî dewam dike.


Mijarên Din