Dîmenê bombebarana gundên Bradostê hat weşandin 

Ajansa Roj News ê dîmenên êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku şeve din gundên Sîran û Kewerte yên Bradost bombebaran kirine, weşand.

Dewleta Tirk a agirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Şevê din careke din Artêşa Tirk bi bi du helîkopteran gundên Sîran û Kewerte yên Bradost bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Welatiyan xwestin ku agir vemirin, lê artêşa Tirk dest bi gulebarankirina welatiyan kir û nehiştin agir vemirînin.


Mijarên Din