Dîmenê kêliya topbarana artêşa Tirk li ser girtîgeha Cergîn

Kemîreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kêliya topbarankirina artêşa Tirk a dagiker girtîgeha Cergîn a ku dikeve rojavayê bajarê Qamişlo belge kirin. Di vê girtîgehê de xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê hene.

Ajansa me dîmenek ji kemîreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser girtîgeha Cergîn li rojavayê bajarê Qamişlo belge kirine bi dest xist.

Çeteyên DAIŞ`ê yên di vê girtîgehê de ji xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê ne yên ku Hêzên Sûriye Demokratîk di pêngavên xwe yên leşkerî de girtine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din