Dîmenên 3 çalakiyan gerîla hatin weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiyên li Girê Xwedê yê Avaşînê, Girê Radarê yê Qilebanê û li rêya di navbera Culemêrg-Çelê de weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyan de daxuyaniyek da. Daxuyaniya HPG’êwiha ye:

"Di 29’ê Hezîranê saet di 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Li her du giran bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.

Roja 5’ê Tîrmehê saet 20:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Radar ê navçeya Qileban a Şirnexê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de navenda radarê ya li gir bû hedef û navenda radarê hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran bê ser û ber hêrêm gulebaran kir û li herêma daristan şewat derket.

Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelê ya Culemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatiye tespîtkirin.”


Mijarên Din