Dîmenên çalakiya gerîla ya li Amedê hatin weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 9’ê Hezîranê weşandin. Çalakiya gerîla li dijî yekîneyeke artêşa Tirk ku ewlehiya bendava Farqînê dikir, pêk hatibû.

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 9'ê Tîrmehê weşandin ku li navçeya Farqîn a Amedê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a ewlehiya bendavê dikir, pêk hatibû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabûn:

“Di 9’ê Hezîranê de, saet di 19.20’an de hêzên me li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker daye ku vê yekîneyê ewlehiya bendava Farqînê bi cih dianî. Di vê çalakiyê de hêzên me li kûleya leşkeran daye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatiye tespîtkirin.”


Mijarên Din