Dîmenên çalakiya gerîla ya li Heftanînê

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 23'yê Nîsanê li herêma Heftanînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de ya ku li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, 23'yê Nîsanê saet 15:40'an hêzên me li dijî artêşa TC a li devera navbera qadên Deriyê Dawetiya û Şehîd Şêxmûs çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de kepçeyeke dagirkeran hate rûxandin, kontrayek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî gihîştin navendên xwe."

http://gerilatv.com/uploads/videos/cfc14c615_720.mp4


Mijarên Din