Dîmenên çalakiya li Barzanê hatin weşand

Gerîla TV dîmenên çalakiya xwe ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê weşandin.

HPG'ê der barê çalakiyê de daxuyaniyek dabû û tê de wiha diyar kiribû:

 "Artêşa Tirk ev demek e li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Hêzên me leşkerên li vî girî xistine kontrola xwe. Hêzên me 14’ê Gulanê ku demeke dirêj ev hêzên dijmin ên xistibûn bin kontrole, saet di 08:40’an de di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê Medyayê dom dike de, çalakiyek pêk anî. Ev çalakî bi awayê serdegirtinê ji 2 baskan ve pêk hat. Ji nêz ve li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye."


Mijarên Din