Dîmenên çalakiya li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê hatin weşandin

Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê dîmenên çalakiya xwe ya li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê ku di 7’ê Hezîranê de pêk hatibû û 20 leşker tê de hatibûn kuştin, weşandin.

Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê bi navê ‘Xweparastin’ dîmenên çalakiya xwe ya li Zaxoyê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku qereqol di bin gulebaranê de ye û gelek avahiyên li qereqolê dişewitin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê di 9’ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribû ku hêzên wan li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê çalakiyek li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatibûn parvekirin:

“Li hemberî dewleta Tirk ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêma Xakurkê ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, yekîneyên me çalakiyek pêk aniye. Çalakî di 7’ê Hezîranê saet di 18.00’an de li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajarokê Bêgova yê girêdayî navçeya Zaxo hatiye pêkanîn.

Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin. Hêzên me bi awayekî bibandor çalakî pêk aniye û di encamê de 20 leşker hatine kuştin. Her wiha wesayîteke leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitîn û tune bûne.

Piştî çalakiyê ertêşa Tirk a dagirker bi obus û topên hewanan derdora gundên Rusê û Şundirê topbaran kiriye. Piştî demekê jî balafirên şer Girê Koordîne û derdora gundê Şundirê bombebaran kiriye.

Di van bombebaran û topbaranan de tu windahî çênebûne, lê ziyana madî di nava bax û baxçeyên gundiyan de çêbûye.”


Mijarên Din