Dîmenên rojan e ku şêniyên Efrînê dibînin!

Dengê topbaranê bihîst, lê tenê dît ku dûman li her derê ye. Piştra reviya zarokên xwe ji bo derbasî mal bike. Lê nikaribû apê xwe yê ku parçe lêketibû, rizgar bike. Şêniyên Efrînê yên li Til Rifetê rojane van dîmenan dibînin.

Artêşa Tirk a dagirker di 11`ê Hezîranê de malbatên sivîlan û cihên ku sivîl lê kom dibin ên li aliyê rojavayê Til Rifetê topanbaran kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Sebrî Omer Hemdo (65) şehîd bû, Fikre Reşîd Xorşîd (47), Zeyneb Ebdilrehman Omer (54) û Mehrem Bekir (70) birîndar bûn. Her wiha di bombebaranê de zirar gihaşt mal û milkên sivîlan û li herêmê parçe belav bûn.

Ev cara duyemîn e mala wî tê hedef girtin

Osman Ehmed Mixtar ji şêniyê Til Rifetê ku bi hesret li erebeya xwe ya veguhestinê ku hemû pencereyên wê ji ber parçeyên bombebarana Tirkiyê şikestinine, dinerî û wiha got: "Beriya hefteyekê min pencereyên nû li erebeya xwe re siwar kirin."

Osman Ehmed da zanîn ku derdora seat 17.00’an ew li pêşiya mala xwe bi zarokên xwe re rûniştî bû û wiha got: “Ji nişkava min dengê topan bihîst. Me tenê dûman didît, me nezanî çi çêbû heta ku hinekî dîtin zelal bû. Paşê em derbasî malê bûn."

Ev ne cara yekemîn e ku Osman û zarokên wî vê yekê dijîn, lê Osman naxwaze mala xwe terk bike. Osman dibêje ji bo ew bersivekê bide dagirkeriya Tirkiyê ji mala xwe dernakeve û wiha axivî: “Em ê li vir bin heta ku em vedigerin Efrînê."

Ferîd Xilûtih ew jî qûrbaniyê dijmanatiya Tirkiyê ya li dijî Efrînê ye. Ji Efrînê derket û li Til Rifet dijî. Xilûtih wiha dibêje: "Min dengê topan bihîst, bilez min zarokên xwe xistin malê, ez derketim da ku apê xwe ji derve bînim. Lê ez di dema guncaw de negihiştim, ew birîndar bû, min paşê ew rakir nexweşxaneyê."

Xilûtih xwest  ku çareseriyek ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her tim malên wan topbaran dikin re bibînin. Her wiha diyar kir ku Rûsya bi hinceta parastinê baregeh ava kirin û wiha got: "Di topbaranê de tê dîtin ku berjewendiyek li pişt van baregehan heye, em jî wê yekê qebûl nakin."

`Divê em parastina xwe bikin`

Hemîd Ismayîl destnîşan kir ku hejmarek mezin ji şêniyan li Til Rifetê ji mêr, jin, rûspî û zarokan hene û wiha got: "Tu baregehên leşkerî li vir tine ne, tenê sivîl hene", Ismayîl pêşinyar kir û got: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê sivîlan dikin hedefa xwe. Divê em jî tedbîran bigirin û parastina xwe bikin. Ez ji aliyên peywendîdar re pêşinyar dikim ku tunelan bikolin da ku em parastina xwe ji topbaranê bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din