Dmitry Peskov: Tirkiye berpirsa sekinandina êrîşên terorîstan li Idlibê ye

Sekretêrê çapemeniyê yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov got li gorî lihevkirina Soçiyê Tirkiye berpirsa sekinandina êrîşên terorîstan li Idlibê ye. Her wiha ji Tirkiyê xwest ku li gorî sozên  xwe tev bigere.

Sekreterê çapemeniyê yê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov bersiva pirseke girêdayî pêşniyara serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ku şerê li Idlibê rawestîne da û wiha got: "Bi rastî di vê rewşê de em nikarin behsa tu nakokiyan bikin. Divê şerê li Idlibê were sekinandin. Divê terorîst guleyan ber bi armancên sivîl ve neavêjin. Her wiha ber bi hinek navendên ku leşker tê de ne û di nav de Himêmîm."

Peskov destnîşan kir ku li gorî lihevkirina ku beriya niha hatiye kirin, Tirkiye berpirsa vê yekê ye û wiha anî ziman: "Divê mirov bibêje ku li gorî lihevkirinên ku di Soçiyê de çêbûne, aliyê Tirkiyê berpirsyar e. Li vê derê xebatên hevalên me yên Tirkiyê girîng e. Her wiha hevkariya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji bo bigihîjin van armancan."

Dmitry Peskov diyar kir ku di destpêkê de behsa Idlibê dikin, çekdarên ku êrîş dikin li wê derê kom dibin.

(bx)


Mijarên Din