DMME’yê di serlêdana Demirtaş de Tirkiye mehkûm kir

DMME’yê, ji ber ku mafê azadiya îfadeyê yê hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demirtaş binpê kiriye, Tirkiye mehkûmî tazmînata madî kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku mafê azadiya îfadeyê yê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hatiye binpêkirin. DMME’yê biryar da ku Tirkiye 2 hezar euro tazmînata manewî û hezar euro jî mesrefên dadgehê bide Demirtaş.

Selahattîn Demirtaş, di 5’ê Tîrmeha 2005’an de, dema rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bû, beşdarî bernameyeke ROJ TV’yê bûbû û der barê “Qedexeya parêzaran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û rola Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de” axivîbû. Dûre doz li Demirtaş hatibû vekirin û dadgehê bi îdiaya propagandaya rêxistinê kiriye, cezayê girtîgehê dabû Demirtaş.


Mijarên Din