Dolar radibe biha jî radibe û kêm dibe, biha kêm nabe!

Şêniyê bi navê Abdullah Hemze (60) li nava sûkên bajarê Qamişlo digere û ji dikanekê diçe dikanekê, da ku firotinên mîna sebze û pêdiviyên malê kêm bibîne û wiha got: " Biha li sûkên bajêr ne wek hev in û bihayeke diyarkirî tune ye. Biha em westandin. Boxa bexdenûsê bi 100 lîreya Sûriyê ye."

Lîreya Sûriyê li hember dolara Amerîkayê di van çend rojên dawîn pir kêm bû. Her dolarek bi 675 lîreya Sûriyê bû. Ev kêmbûna lîreya  Sûriyê bandoreke neyênî li piranî sûkên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bazirgan jî vê bûyeran li gor xwe bi kar tînin.

Di dema derbasbûna li sûkên bajarê Qamişlo de ku mezintirîn bajarên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, mirov di her dikanekê de bihayeke cuda dibîne. Zabîteya Temwînê jî hewl dide li ser sûkê û firotinan, bi taybet daneyên xwarinê, temwîn û sebzeyan, serwer bibe.

Heke dolar rabû, bihayên tiştan li sûkê zêde dibe. Heke dolar daket bihaya tiştan li sûkê wek xwe dimîne û danekeve. Bihayên daneyên xwarinê barekî giran li ser şêniyan çêdike.

Şêniyê bi navê Abdullah Hemze (60) li nava sûkên bajarê Qamişlo digere û ji dikanekê diçe dikanekê, da ku firotinên mîna sebze û pêdiviyên malê kêm bibîne û wiha got: " Biha li sûkên bajêr ne wek hev in û bihayeke diyarkirî tune ye. Biha em westandin. Boxa bexdenûsê bi 100 lîreya Sûriyê ye."

Rêveberê Zabîteya Şaredariya Gel a Rojava Dijwar Xelef diyar kir ku bihabûna daneyên xwarinê li sûkên bajêr, di encama rabûna dolar de ye û got: "Hemû firotin  ji derve tên û  bi dolaran tên kirîn."

Der barê giliyên şêniyên bajêr û ji nav jî şêniyê bi navê Abdullah Hemze de got ku ji tunebûna çavdêriya temwînê li nava sûkan, biha zêde ye û got: "Dewriya me rojan e li nava sûkên bajêr digere. Me gelek derqûniyên ku daneyên xwarinê li gel xwe digirin, girtin û bac lê birîn. Heke ev rewş domand û li gor bihayan tev negerîn dê dikanên wan werin girtin û bac lê werin birîn."

Ji aliyê xwe ve jî Abdulhemîd Hisên anî ziman ku tevahî dane li sûkên bajêr hene, lê bi bihayên bilind û wiha da zanîn: "Dolar kêm dibe û biha jî dankeve. Heta dermanxane jî bi hihayên cur bi cur difiroşin. Ev li ser tevahî gel dibe bareke giran."

Hisên bang li aliyên pêwedîdar kir bazirganên bi bihayên dilîzîn lêpirsîn bikin û wiha bi dawî kir: "Divê gel jî alîkarî û zabîteyê dema lîskandina bi bihayên daneyan hat kirin, agahdar bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din