​​​​​​​Dorpêça li Şehbayê hatiye ferzkirin, azarên efrîniyan zêde dike

Kantona Şehbayê li aliyê bakur rojavayê bajarê Helebê ye û tenê bi çend kîlometreyan ji herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de dûr e. Hikumeta Sûriyê dorpêçê li şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin ferz dike û nahêle sahrîcên mazotê û madeyên din derbasî kantonê bibe û nahêle şênî jî biçin bajarê Heleb.

Ev sê sal in artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine. Şêniyên kantona Efrînê ji binpêkirinên dagirkeran ne filitîn. Tevî wê jî hikumeta Sûriyê dorpêçek tengav li kantonê ferz dike. Dergehê tekane ya di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê li hember tevgera çûn û hatinê girtî ye.

Di salên di navbera 2013 û 2016`an de dema çeteyên DAIŞ`ê gundên kantona Şehbayê kontrol kiribûn, şerên dijwar rû dan. Di encamê de binesaziya herêmê wêran bû. Dema arêtşa Tirk a dagirker kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, şênî neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe bidn kantona Şehbayê. Şênî di wan malên hema bêje wêrankirî de man.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo rewşên koçberan li gel dorpêça hikumeta Sûriyê vegotin û got: “Dema şêniyên Efrînê hatin kantona Şehbayê binesaziya wê bi rêjeya ji sedî 80 wêran bûbû. Ew jî jiyana şêniyan dijwar kir, bi taybet li gel kêmbûna asta alîkariyên navdewletî û desteka lojîstîk. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên sînordar alîkariya şêniyan kir û hîna jî xebatan pêşkêş dike da ku daxwazên şêniyan peyda bike.”

Şîraz wiha domand: “Piştî koçberiyê, hikumeta Sûriyê dorpêçek tengav li kantonê ferz kir. Ev jî li hember şêniyan bû astengiyek ji bo ku pêdiviyên xwe peyda bikin û bû sedema aloziyek jiyanî.”

BANDORA DORPÊÇÊ LI SER CIVAKÊ

Girêdayî bandorên dorpêça hikumeta Sûriyê li ser civakê Şîraz got: “Hikumeta Sûriyê, nahêle derman derbasî kantonê bibin an jî haletên lezgîn derbasî herêmên wê bibin. Ji ber wê pirsgirêkên tenduristî li herêmê derdikevin. Tevî wê jî bendên kontrolê yên girêdayî wê, baçên mezin li şêniyên Efrînê ferz dikin dema di rewşên lezgîn de diçin bajarê Helebê.”

Şîraz di berdewama gotinên xwe de got: “Ev reftariyên hikumeta Sûriyê dibin sedema pirsgirêkên civakî ji ber belavbûna xizanî û bilindbûna asta bêkariyê di civakê de. Wek rêveberiya herêmê gelek dijwar e em deriyên bazirganî vekin, projeyan ji şêniyan ve vekin û hilberînê teswîqî Helebê bikin. ji ber ku erdnîgariya kantona Şehbayê biçûk e. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li rewşa şêniyên kantonê dike.“

Di dawiyê de Şîraz Hemo bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku rewşa kantona Şehbayê di ber çavan re derbas bikin û pêdiviyên kantonê peyda bikin. Her wiha bigihêjin çareseriyekê siyasî ku xizmeta gelê Sûriyê dike û şênî vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din