Dosyaya nukleerî û têkiliyên bi dewleta Tirk re mijarên civîna îro ya YE`yê ne

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê di civîna xwe ya îro li Brukselê de, dê dosyaya nukleerî ya Îranê, têkiliyên bi dewleta Tirk re û dosyayên din nîqaş bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias roja şemiyê tekez kiribû ku dê welatê wî ji bo başkirina têkiliyên bi dewleta Tirk re, danûstandinê bike û gotibû serweriya Yewnanistanê ne mijareke nîqaşê ye.

Li gorî medyaya fermî ya Yewnanistanê, Dendias wiha got: “Em hêvî dikin ku bi rêya dan û standinan rewşa aram bibe û Tirkiye bi heman ruhî beşdarî danûstandinan bibe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gera 61`an a danûstandinên di navbera Yewnanistanê û dewleta Tirk de ku her du endamên NATO`yê ne, îro (duşemê) destpê dike.

Di heman derbarê de, dîplomatekî ewropî bang li Îranê kir ku bê şert li peymana nukleerî vegere.

 (cx)


Mijarên Din