Dîplomatê DYA’yê: Li Iraqê gefên komên bi piştevaniya Îranê li dijî hêzên me didomin

Cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê yê kar û barên Rojhilata Navîn David Schenker got li Iraqê gefên milîsên bi piştevaniya Îranê, ji hêzên DYA’yê re hê jî gefeke mezin in.

David Schenker da zanîn ku Washington têkildarî agirbesta ku koma Ketaîb Hizbullah a bi piştevaniya Îranê ragihandiye, bi baldarî nêz dide.

David Schenker bal kişand ser karê berê yê Mistefa Kazimî yê serokê îstîxbarata Iraqê ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh ji bo serokwezîriyê erkdar kiriye, karekî serkeftî pêk anî.

ANHA


Mijarên Din