Dîplomatekî Ermenî: Tirkiyê dixwaze xewna "Torana mezin" pêk bîne

Rojnamevan û dîplomatê Ermenî Hamo Moskovyan got, Tirkiyê bi destwerdana li aloziya Ermenistan-Azerbaycanê dixwaze dest li herêma Kafkasya û herêma pişt deryaya Qezwînê werde da ku xewna "Torana mezin" pêk bîne. Her wiha piştrast kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna xewnên xwe çeteyên Sûriyê bi kar tîne.

Duh (yekşemê) li ser sînorên bakur ên Ermenistan-Azerbaycanê careke din şer derket. Ermenistanê ragihand ku Azerbaycanê êrişî herêma Qerebax a çiyayî kiriye. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî ragihnad ku hêzên wan 2 helîkopterên Azerbaycanê û 3 balafirên keşfê rûxandine. Wezaretê fermandariya Azerbaycanê ji bûyerên ku rû didin, berpirsiyar nîşan da.

Li ser wê yekê Ermenistanê li welêt seferberî ragihand.

Wekî her carê, Tirkiyê jî ket xeta aloziyê û piştgiriya xwe ji Azerbaycanê re ragihand. Di demên borî de du hin raporan de hatibû destnîşankirin ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê birine Azerbaycanê da ku li dijî gelê Ermen şer bikin, ku di destpêka sedsala 20`an de dewleta

Têkildarî mijarê, ANHA`ê bi rojnamevan û diplomatê Ermenî Hamo Moskovyan re hevpeyvînek çêkir.

HEVPYEVÎN WIHA YE:

ŞERÊN DI NAVBERA ERMENISTA Û AZERBAYCANÊ DE NÛ BÛN, SEDEMÊN WÊ ÇI NE, GELO HÊZÊN DERVE LI PIŞT GURKIRINA ŞER HENE?

Ji berê ve alozî di navbera her du welatan de hebû, lê belê di demên dawîn de ji ber destwerdana Tirkiyê û şandina çeteyên Sûriyê ji Azerbaycanê re, her wiha ji ber daxuyaniyên Tirkiyê yên dijberê Ermenistanê, ev nakokî zêdetir bûn. Armanca Tirkiyê ji vê şerê ew e ku dest li herêma Kafkasya û herêma piştî wî werde da ku Azerbaycaniyên Tirk ên li bakurê Îranê (ku 20 milyon mirov in) û Azerbaycaniyên dewleta Azerbaycanê ya niha (ku 7 milyon kes in) bike yek û dewleteke Azerbaycanî-Tirkî ava bike. Her wiha da ku herêma piştî deryaya Qezwîn ku ji Turkmenistan, Ozbekistan, Kirgizîstan, Kazakistan, û Uygurên Çînê pêk tê, bike yek û xewna "Torana mezin" pêk bîne.

BI NÊRÎNA WE, ÇIMA DAXUYANIYÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ ERMENISTANÊ JI DAXUYANIYÊN AZERBAYCANÊ TÛJTIR BÛN?

Ji ber ku hêza leşkerî ya Azerbaycanê ji hêza Ermenistanê lawaztir e. Her wiha têkiliyên stratejîk ên Ermenan bi Rûsyayê re hene. Ji lewra, serokkomarê Tirk, wezîrê Derve yê Tirkiyê û Partiya Rast a netewperestên radîkal daxuyaniyên tûj li dijî Ermenistanê dan. Tirkiyê wekî ku li hemû welatan Ereban piştgiriya Îxwan Mislîmîn dike, xwe wekî bavê mezin û parêzvana Azerbaycanê dibîne.

GELO ARMANCÊN TIRKIYÊ JI DESTWERDANA LI VÊ ŞERÎ HENE YAN TENÊ JI BO TOLHILDANA JI ERMENAN E?

Ji şerê cîhanê yê yekemîn ve armanca Tirikiyê derbaskirina xeta di navbera NATO  û Warsawyê de ye û derxistina aloziyeke cîhanî ji bo tengezarkirina Rûsya û Îranê. Her wiha ji bo bidestxistina petrola li deryaya Qezwîn e û pêkanîna xewna "Osmaniya Nû" ye. Ermen tenê wekî behane ji bo destwerdanê tên bikaranîn.

GELO DÊ TIRKIYÊ YEKSER DESTWERDANÊ BIKE, YAN TENÊ WEKÎ DEWLETÊN DIN AMÛRÊN XWE BI KAR BÎNE?

Tirkiyê nikare yekser destwerdanê bike. Ji ber ku heke destwerdanê bike dê Rûsya û hevalbendên Ermenistanê, Îran û dewletên rojavayî jî destwerdanê bike. Ji ber ku Ermenistan tekane welatê Xiristiyan e li rojhilat, her wiha li welatên rojava blokeke bi hêz ku piştgiriya Ermenan dike heye. Ji lewra, dê Tirkiyê bi awayekî ne yekser destwerdanê bike. Ew bi rastî jî bi rêya çeteyên Sûriyê destwerdanê dike û niha li benda bertekên aliyên navneteweyî ye.

XETERIYA VÊ DESTWERDANÊ LI SER GELÊ ERMEN HETA KÎJAN ASTÊ YE Û ÇI JI HÊZÊN CÎHANÎ TÊ XWESTIN?

Xeteriya qirkirineke nû li Ermenistanê heye. Divê ev destwerdan yekser raweste û ji bo parastina Ermenistanê hêzên leşkerî yên rojavayî bên şandin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din