Dr. Menal Mihemed bê pere pêşwaziya rewşên lezgîn û niştergeriyê dike

Li gel ferzkirina qedexeya derketina derve, bijîşk Menal Mihemed pisporê nexweşiyên jinan, însiyatîfek mirovî ragihand da ku alîkariya şêniyan bike. Bijîşk Menal Mihemed wê nexweşan û niştergeriya bê pere pêşwazî bike.

Piştî însiyatîfa ku bi dehan bijîşkên bajarê Qamişlo ji tevahiya beşan ragihandine û ‘îyadetên bi rêya înternêtê` ava kirin da ku bersiva pirsên nexweşan bidin li gel qedexeya derketina derve li herêmê.Bijîşk Menal Mihemed hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku ew amade ye tevahiya haletên lezgîn ên jinan di iyadeta xwe de pêşwazî bike û niştergeriyan bê pere çêke.

Bijîşk Menal Mihemed destnîşan kir ku ew pirsên nexweşan li ser vê hejmarê pêşwazî dike: 00963994118273.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adarê de qedexeya derketina derve li tevahiya herêmê ferz kiribû ji bo ku rê li pêşiya derketina Koronavîrusê li herêmê bê girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din