Dr. Zenatî: Divê rejîma El-Esed lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel di ber çav re derbas bike

Mamosteyê dîrokê û fikrê siyasî yê Zanîngeha Iskenderiyê Dr.Celal Zenatî got: "Divê ‘rejîma Sûriyê’ lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel di ber çav re derbas bike, ji ber ku nêrîna wî ya sînordar ji partiya xwe re hişt ku Sûriyê bibe navenda hêzên navneteweyî ku piştgiriya terorê dikin wekî Tirkiyê. Lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel yekitiya xak û gelên Sûriyê diparêze."

Di 31`ê Tebaxa borî de di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel de li paytexta Rûsya Moskovê, muzakereya lihevkirinê pêk hat. Piştre her du aliyên navborî bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûniştin. Lavrov di 6`ê Îlonê de tevî şandeyeke Rûsî ya payebilind serdana Şamê kiribû û bi Beşar El-Esed û berpirsên hikumetê re rûniştibû.

Girêdayî mijarê, mamosteyê dîrokê û fikrê siyasî yê Zanîngeha Iskenderiyê Dr.Celal Zenatî dibêje ku lihevkirina MSD`ê û Partiya Vîna Gel û hevdîtina her du şandeyan bi "Lavrov" re, guhertineke di helwesta Rûsyayê de, da ku deriyekî siyasî bi MSD`ê re veke û MSD`ê beşdarî "diyaloga niştîmanî ya Sûriyê" bike, tevî ku piştgiriya rejîma Beşar El-Esed jî dike. Zenatî ew yek bi "gava baş" bi nav kir.

Li gorî rayedarên MSD`ê, serdana şandeya wan ji Moskovê re li ser daxwaza Wezareta Derve ya Rûsyayê pêk hat û li wê derê bi Partiya Vîna Gel re muzakereya lihevkirinê pêk hat. Di muzakereyê de gelek xalên girîng ku ya sereke nenavnediya di sîstema hikumê de û parastina yekitiya xaka Sûriyê, derketin pêş.

Dr.Celal Zenatî daxuyaniyên Rûsya û daxuyaniyên MSD`ê yên di civîna çapemeniyê ya li Moskovê di dema pêkanîna muzakereya lihevkirinê de û daxuyaniyên piştî wê, wiha bi nav kir: "Pir baş bûn. Ji ber ku li dijî çavnebarî û destwerdanên derve tekeziyê bi yekitiya xak û gelên Sûriyê dike."

Li gorî Dr.Celal Zenatî, wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di 6`ê Îlonê de serdana Şamê kiribû, "perespektîfên Pûtîn ji El-Esed re ragihand" ên girêdayî nermbna bi MSD`ê re.

Zenatî wiha domand: "Rûsya îro roleke siyasî dilîze da ku destkeftiyên xwe li ser erdê ku piştî qelsbûna rola Amerîkayê li Sûriyê bi dest xistine, biparêze."

Mamosteyê dîrokê û fikrê siyasî yê Zanîngeha Iskenderiyê wiha lê zêde kir: "Bawer im ku tiştê pêk hatiye yê herî guncew e li Sûriyê, aliyê nevandîbûna rêvebeiryê di Wezareta Derve û aboriyê de û nenavendîbûna rêveberiya herêmî wekî nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nimûneya herî baş ku yekitiya Sûriyê pêk tîne, rê li destwerdanên derve digire û xeyalên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê pêk tîne, ew e."

Dr.Celal Zenatî tekez kir ku divê hikumeta Şamê dev ji înada xwe berde û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê rejîma Beşar El-Esed vê lihevkirinê di ber çav re derbas bike, ji ber ku nêrîna wî ya sînordar ji partiya xwe û kêmnetewa xwe re di vê aloziyê de, hişt ku Sûriyê bibe navenda hêzên navneteweyî ku ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk şer dikin. Her wiha rê da terorê û piştevanên terorê wekî Tirkiyê ku parçeyên xaka Sûriyê dagir bike."

(cx)

ANHA


Mijarên Din