Dêrikî li dijî dîwarê parçekirinê yê li Efrînê meşiyan

Bi slogan "Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" bi sedan şêniyên herêma Dêrikê li dijî lêkirina dîwarê parçekirinê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê tê lêkirin, meşek li dar xist.

Îro bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li Qada Azadî ya li bajêr kom bûn da ku beşdarî mesa şermezarkirina kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê ji talan, wêrankirin, koçberkirina şêniyan û lêkirina dîwarê parçekirinê bibin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê re"," Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin, dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" hilgirtin. Her wiha al û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê rakirin.

Meş ji Qada Azadî ya li Dêrikê dest pêkir û ber bi kolanên bajêr ve dewam kir. Xwepêşandan li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan veguherî mitîngê û hevserokê Meclisa Dêrikê Abdulrehîm Mihemed tê de axivî. Mihemed got: "Dagirkeriya Tirkiyê yek deqe ji plan, komployên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê ranewestiyaye, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Abdulrehîm Mihemed wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dema ku piştgiriya komên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra û çeteyan kir, dest pêkiriye. Her wiha topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Efrînê, plana herî dawîn jî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê ye.”

Hevserokê Meclisa Dêrikê Abdulrehman Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca dagirkeriya Tirkiyê ji lêkirina dîwarê parçekirinê, ew e ku Efrînê ji Sûriyê qut bike, her wiha dagirkeriya Tirkiyê der heqê şêniyên Efrînê de kiryarên dermirovî û ferzkirina guhartina demografiyê bi rêya bicihkirina çeteyan li Efrînê dide meşandin.”

Mîtîng bi sloganên “Bijî têkoşîna Efrînê” û “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din