Dêrikiyan ji bo şêniyên Serêkaniyê dest bi kampanyaya alîkariyê kir

Şêniyên Serêkaniyê di encama topbarana artêşa Tirk de ku sivîlan dike armanc, ji malên xwe derketine û Meclisa Navçeya Dêrikê dest bi kampanya alîkariya ji şêniyan re kir.

Îro meclisa navçeya Dêrikê konê alîkariyê li navrasta bazara navendî vegirt da ku alîkariya darayî û kel û pelan ji şêniyên Serêkaniyê re, yên ku ji ber topbarana artêşa Tirk neçar man ji malên xwe derkevin, kom bikin.

Hevseroka meclisa navçeyê Dîlber Alî anî ziman ku konê alîkariyê hemû alîkariyên madî, sembolîk û kel û pelên xwarinê digire heta ku plansaziyek ji destekdayîna ji koçberan re were danîn.

Îro li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û topbarana li dijî nexweşxane û noqteyên tunduristiyê, meclisa navçeyê li pêşiya navenda Meclisê daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Sahib Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin: "Em hemû êrîşên dewleta Tirk û binpêkirina agirbestê şermezar dikin. Her wiha bang li aliyên perwendîdar dikin ku beramberî êrîşên dijmin bi erka xwe rabin û parastina sivîlan bikin." 

(eh)


Mijarên Din