‘Dîrok berxwedana Leyla û hevalên wê xêz dike’

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku dê dîrok berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên greva birçîbûnê xêz bike. Her wiha tekez kirin ku piştgiriya wan a çalakgeran heya pêkanîna armancên wan berdewam e.

Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven çalakiya ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7`ê Mijdarê ve destpê kiriye, didomîne.

Girêdayî mijarê şêniya bi navê Mizeyen Bekir pesna berxwedana Leyla Guven û tevahiya çalakgeran di zîndanan de kir û  got: "Wek jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê em di piştgiriya xwe de bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê re berdewam in. Daxwaza Leyla Guven di rakirina tecrîdê de, daxwaza me ye."

Şêniya bi navê Sîham Mistefa Mihemed tekez kir ku berxwedana Leylayê hişt ku kesayeta wê bibe jêdereke ku tevahiya jinên cîhanê hêz û israra xwe di têkoşînê de jê bigirin, di dema ku Leyla hêza xwe ji gel digire, ji ber wê divê çalakiyên piştgiriyê berdewam bikin.

Sîham diyar kir ku hemleya Leyla Guven ne tenê li Tirkiyê lê belê li tevahiya cîhanê deng vedaye  û dê dîrok berxwedana wê xêz bike û wiha domand: "Pêvajoya heyî gelek hesas e û hişyarî pêwîst e. Bi taybet li gel kesên ku hewl didin pîvanan li gorî berjewendiyên xwe biguhêrin. Ev tişt jî piştî serbestberdana Leyla diyar bû."

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Henîfe Cernar destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven asta hêza vîna jin li hember zordestan diyar dike. Henîfe berxwedana Leyla Guven pîroz kir û bal kişand ser ku jinên taxa Şêxmeqsûd bi çalakiyên xwe piştgiriya hemleya Leyla Guven û hevalên wê dikin.

Di dawiyê de Henîfe got: "Heya ku daxwazên Leyla Guven pêk werin em dê çalakiyên xwe berdewam bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din