Dîroka Reqayê bi pêşengeh û semînerekê hate vegotin

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi sernavê "Reqa di navbera dema borî û dema niha de" çalakiyek çandî lidar xist. Çalakiyê ji pêşengeheke wêneyan û semînerekê pêk dihat.

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi amadebûna bi dehan endamên navenda çand û hunerê û Meclisa Sivîl a Reqayê çalakiyeke hunerî li dar xist. Di çalakiyê de pêşengeheke wêneyên ku şêwekarê şehîd Cûma El-Ayid li ser çand û dîrok û xwexaya Reqayê xêz kirine, hate vekirin. Her wiha semînerek ji aliyê lêkolîner Îbrahîm El-Xelîl ve hate dayîn.

Destpêkê pêşengeh ji aliyê lêkolîner Îbrahîm El-Xelîl ve hate vekirin. Beşdaran li hola pêşengehê geriyan û temaşeya wêneyan kirin.

Piştre semînereke çandî ji aliyê lêkolîner Îbrahîm Xelîl ve hate dayîn. Îbrahîm bal kişand ser ferq û cûdahiya di navbera tevgera çand û hunerê di sedsala 20‘an de û dema niha ya piştî rizgarkirina bajarê.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mustefa axivî û diyar kir ev çalakî bi armanca vejandina çanda herêmê hate lidarxistin û got, dê sibe semînerek li ser dîrok û şarestaniya herêmê were dayîn.

ANHA


Mijarên Din