Du akademisyenan pirtûk diyarî Zanîngeha Rojava kirin

Du akademisyenên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê pirtûkên bi zimanên kurdî, erebî û îngilizî diyarî Zanîngeha Rojava kirin.

Akademisyenên Kurd Nebiz Semed û Xwînda Mustefa serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê kirin.

Akademîsyen ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser Silava Silêman,  Fethullah Huseynî û Cemîl Rehmano ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û xeteriya êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Hate gotin ku li dijî êrişên li ser Kurdistanê divê xebatên siyasî û doplomasî  werin xurtkirin.

Her wiha rewşa perwerdeyê li zanîngeh û peymangehên Rojava û girîngiya sûdwergirtina ji sîstema perwerdeyê ya li Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Herdu akademisyenan diyar kirin ku ew amade ne perwerdeya bi rêbazê "Online" li Rojava bidin.

Piştre hejmarek pirtûkên zanistî bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî diyarî nûnertiyê kir da ku bighîne Zanîngeha Rojava.

ANHA


Mijarên Din