Du dilop ji deryaya zilma DAIŞ’ê

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Reqa dagir kirin, serdemek reş û tarî bi ser şêniyan re derbas bû. Şêniyên Reqayê di dirêjiya dagirkirina bajêr de gelek êş û azar kişandin. Malbatên Xisûn Mihemed El-Xelef û malbata Elî El-Hesen ku di wê serdema tariyê de bûn. Her du malbat dema taritiyê ji ajansa me re vegotin.

Di destpêka 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê herêmên berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin. Ji bajarên herî girîng ku dagir kiribûn Musil, Dêrazor û Reqa bûn. Çeteyan sûcên dermirovî li ser şêniyên herêmê pêk dianîn.

Yek ji van bajaran Reqa bû, çeteyan Reqa kiribûn paytexta hişmendiya xwe ya tarî û dermirovî. Xisûn Mihemed El-Xelef yek ji şêniyên Reqayê ye û niha di Şaredariya Gel a bajarokê El-Himêrat, yê gundewarê Reqayê de dixebite. Wî berdêlên giran da heta ku gihişt vê azadiyê. Çeteyan bavê Xisûn Mihemed Xelef û birayê wê Silêman kuştine.

Rondikên ku ji çavên Xisûnê dibarin, asta zilma ku çeteyan li wî kirin ispat dike. Rojekî hindek çeteyên DAIŞ’ê yên rûpoş bi ser mala wî de digrin. Çeteyan çavê gelek ji endamên malê girêdan û bi erebeyek leşkeri birin baregeha xwe ya li stada Reş a li navenda Reqayê ya ku bi navê `Nuqte 11` dihat naskirin. Xisûnê got: “Çeteyan girtî bi lingê wan ve bi banê xanî ve girêdidan. Bi rojan wisan dihiştin heta ku tiştên nekirîne îfraf bikin ku wan kirin.”

 Xisûnê wiha domand: "Gelek mehan em li girtiyên xwe geriyan. Dema em çûn me xizmên xwe pirsîn çete bi ser me de diqiriyan û digotin kesên wisan li vir tine ne. Her carê ku me agahiya serbestberdanan girtiyan dibihîst, bihêviya dîtina bira û bavê xwe em keyfxweş dibûn, lê ew nedihatin.”

Piştî derbasbûna demek dirêj, şênî ji Xisûn re dibêjin ku çeteyan bav û birayê wê li qadek ya Reqayê li ber çavê şêniyan kuştine. Bavê Xisûn 50 û birayê wê jî 30 salî bûye. Çeteyan navên wan li ser malperên têgihiştinê belav kirine û tewana wan jî têkiliya bi QSD û Koalîsyona Navdewletî bû.

Tevî kuştina bav û birayê wê, Xisûn ji girtekên çeteyan gelek zehmetiyan dikşîne. Çeteyan nehiştin ku Xisûn an jî endamên malbatê konê sersaxiyê ji bo bav û birayê wê vedin.

Piştî ku QSD’ê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Xisûn tevlî xebatên avakirina civakê dibe. Xisûn di şaredariya bajarokê Himêrat ê gundewarê rojhilatê Reqayê de dixebite.

Xisûnê got: "Ji ber baweriya min bi hêza jinê  tê min xwest ez di şaredariyê de bixebitim. Divê jin jiyanek nû bijî, bi hêviya ku êşên xwe ji bîr bike.”

Êşên ku malbata Elî El-Hesen a ku ji 12 endaman pêk tê, ne ji yên malbata Xisûnê kêmtire. Malbatê sê kurên xwe di bûyerên êş de winda kirine.

Çeteyên DAIŞ`ê her du kûrên El- Hesen, Wîsam El-Hesen (1990) û Husam Elî El-Hesen (1992) bi hinceta danûstandina bi QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re digirin. Kurê sêyem Şewax Elî El-Hesen (1980) piştî ku  hêviyan ji dîtina birayên wî kut dibe, tevî her du xwişkên xwe Rîham, Wedha û dayîka xwe biryara derketina ji bajêr digirin. Lê piştî ku çete vê yekê dibihîsin, dikevin pey Şewax. Dema Şewax diçe serdana cîranên xwe, çete hewl didin wî bigirin. Wê demê de balafirên Koalîsyonê çete kirin hedef û Şewax tevî wan hat kuştin.

Dayîka Wîsam û Husam, Şaha El- Hisên girtina her du kurên xwe wiha vegot: "A ku dilê min diêşîne ew e ku min her du kurên nedîtin. Ji ber ku ez di xew de bûm. Dema min dengek li mal bihîst hema ez şiyar bûm lê mixabin her du kurên min biribûn.”

Şaha got dema çeteyan her du kurên min girtin, birayê wan Mihemed li pey wan diçe. Çete ji wî re dibêjin “eger hûn dixwazin çaranûsa her duyan bizanin, biçin avahiya parêzgehê. Lê dema Mihemed digihêje avahiyê gefa girtinê li wî dixwin û dibêjin eger carek din li çaranûsa wan bipirsî dê wî jî bigirin.

Li gorî gotinên Şaha carekê wîsam bi telefonê bi wan re diaxive û ji wan dixwaze ku amûrên enternetê radestî çeteytan bikin, da ku wan serbest berdin. Malbat wisa dike û li benda serbestberdanê dimîne lê çete her du kurên wê serbest bernadin.

Şaha destnîşan kir ku piştî wê hêviya dîtina her du kurên qut kir, 4 roj beriya rizgarkirina Reqayê ji bajêr derdikeve.

Şaha got wê heta niha jî hêviya dîtina her du kurên xwe winda nekiriye  û wiha got: “Ez niha jî li benda vegera wan im. Dibe ku QSD wan ji me re bi saxî vegerîne û mala me şên bikin.”

 (şx)

ANHA


Mijarên Din