Du keçên Êzidî gihiştin Başûrê Kurdistanê

Herdu keçên Êzidî Leyla Mirad û Ronya Feysel ên ku piştî 6 salan ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin gihiştin Başûrê Kurdistanê.

Du keçên Êzidî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, ji Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Rojava Kurdistan ketin rê, gihiştin Duhokê.

Ev du keçên Êzidî yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê di sala 2014’an de ketibûn destê çeteyên DAIŞ'ê, berî niha bi demekê ji kampa Holê ya malbatên çeteyên DAIŞ lê dimînin hatin derxistin û birin Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê Ofîsa Azadkirina Êzidiyan a Duhokê Hisên Qaidî yê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “Du keçên bi navê Leyla Mirad a 17 salî û Ronya Feysel a 17 salî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û îro gihiştin Herêma Kurdistanê."


Mijarên Din