Du mehe bersiv nedane, ‘Rûsya di parçekirina Sûriyê de şirîk e’

Malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, beriya du mehan nameyek nivîskî radestî navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundewarê bakur Helebê kirin. Şêniyan di nameyê de xwestin ku rê li pêşiya binpêkirinên dagirkeriya Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê bi taybet Efrînê bê girtin. Lê heta niha bersîva wê nameyê nehatiye dayîn.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê û şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, gelek caran bang li Rûsyayê kirine ku dev ji siyasetên xwe yên dijberî yekîtiya xaka Sûriyê berde.

Hevditînên li dûhev bi navenda lihevanînê ya Rûsyayê re

Ev bû zêdetirî salek û 3 mehan, li gel bêdengiya navdewletî û cîhanî  Tirkiyê Efrîn dagir kiriye. Zêdetirî nîv milyon sivîl daye koçberkirin û komkujî li ser wan pêk aniye.

Di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê (18`ê Adara 2019`an) de, bi hezaran şêniyên Efrînê li ber navenda sereke ya hêzên Rûsyayê li gundewarê bakurê Helebê li gundê Keştarê (stasyona Fêsel) xwepêşendanek li dar xistin. Di xwepêşendanê de hevseroka herêma Efrînê nameyek nivîskî girêdayî daxwazên şêniyên Efrînê, ji bo bi dawîkirina dagirkeriyê radestî navendê kir.

Lê piştî mehekê ti bersîvek ji hêla Rûsyayê ve nehat. Tevî wê jî dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe zêde kir û di 8`ê Nîsanê de dîwarê parçekirinê bi armanca qutkirina Efrînê ji axa Sûriyê lê kir.

Piştî wê di 18`ê Nîsanê de bi hezaran malbatên şehîdan ên ku zarokên wan di şerên li dijî DAIŞ`ê de şehîd bûne û malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê berê xwe dan navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê El-Wehşiye yê kantona Şehbayê. Şêniyan baxek ji gulên rengê reş danîn pêşiya navendê. Bi vê yekê xwestin nerazîbûnên xwe ji bêdengiya Rûsyayê ya li dijî  binpêkirinên Tirkiyê bînin ziman.

Di wê demê de şêniyan bang li navendê kirin ku di 4 rojan de bersîva nameya wan bidin. Lê beriya ku dema diyarkirî biqede navenda Rûsyayê xwest hevdîtinekê bi malbatên şehîdan re di 21`ê Nîsanê de çêke.

Lê dîsa jî bersîva navendê ji bersîvên berê ne cudatir bû, daxwaza şêniyan paşguh kir û axaftina li ser binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê paşde xist.

Du meh derbas bûn, lê hîn bersiv tine

Girêdayî mijarê yek ji endamên şandeya malbatên şehîdan ên ku bi endamên navenda lihevanînê ya Rûsyayê re rûniştine Ednan Şêx Mihemed dibêje bersîva Rûsyayê diyar bû. Mihemed got: “Ew piştgiriya çeteyan û dagirkeriya Tirk a ku axa Sûriyê parçe dike, dikin. Bi vê yekê Rûsya şirîkê parçekirina Sûriyê û koçberkirina gelê wê ye.”

Şêx Mihemed helwesta hêzên Rûsyayê dema li gundê Kefercenê yê navçeya Şera beriya êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê bi bîr xist û got: “Çawa Tirkiyê piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê dest bi êrîşan kir. Ev tekez dike ku Rûsya rê daye Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike û dagir bike.”

Şêx Mihemed têkildarî hevdîtina wan bi generalê Rûsyayê Elksender re û çawa bersîv neda daxwazên şandeyê wiha got: “General bi hinceta ku tu agahiyên wan bi tiştên li herêmê rû didin tune ye, bersiv neda. Em dipirsin; gelo çawa hêzên ku çavdêriya herêmê dikin ti agahiyên wê bi tiştên li ber çavên wê rû didin tine ye?"

‘Rûsya di parçekirina Sûriyê de şirîk e’

Ednan Şêx Mihemed tekez kir ku mirov dikare bêdengiya Rûsyayê ya li hember binpêkirinên Tirkiyê û zêdegaviyên wê yên li dijî şêniyên kantona Şehbayê wiha rave bike: “Rûsya şirîkê parçekirina Sûriyê ye û sedemkarê wê yê sereke ye.”

Ednan destnîşan kir ku Rûsya lihevkirinên xwe yên bi dagirkiriya Tirk re zêde kirine û wiha pê de çû: “Ji ber wê nikare bersîva daxwazên şêniyên Efrînê, ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji bajarê wan bide.”

Di dawiyê de Şêx Mihemed tekez kir ku ew li benda bersiva şirêkê dagirkerê bajarê xwe nasekinin û wiha got: “Lewra jî em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, heya rizgarkirina Efrînê.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din