Du mêr bûn "hevserokên" YNK’ê

​​​​​​​Di civîna Meclisa Rêveberiyê ya YNK’ê de 2 mêr; Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî di heman demê de bûn serokê YNK'ê, ya balkêş ewe ku YNK ev hilbijartina dû mêran bi hevdû re wek "hevserokên YNK’ê" pênase kir.

Di civîna Meclîsa Rêveberiyê ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de duh Bafil Talebanî ku kurê mezin ê Celal Talebanî ye û Lahur Şêx Cengî yê berpirsê Dezgeha Parastin û Zanyariyan (îstixbaretê) wek hevserokên YNK’ê hatin hilbijartin.

Hevserokatî sîstemeke rêveberinê ye û tê wateya hevsengiya rola jinan û mêran. Erk û berpirsyarî di nava jin û mêran de bi awayekî hevseng tê parvekirin.

Armanca vê sîstemê nehiştina nemerkezî û newekheviyê ye. Di vê sîstemê de jin jî çalak in û sîstemeke demokratîk tê damezirandin.

Têgîna hevserokatî di dîroka nêzîk de li Amerîka Latînî hatiye bikaranîn. Amerîkiyan ji ber ku jinê bi navê Sîmon Bolîvar gelekî hezkirine û jê re rêzgirtine ji ber vê, jê re gotine hevserok. Ev têgîna ku ji aliyê gel ve pêşketiye, di qada sîyasî de cara yekê ji aliyê partiya Keskan a Elmanan ve hatiye bikaranîn. Lê, herî zêde li Kurdistanê hatiye bi karanîn û belav bûye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û ji bo gelek gav êvêtine.

Ji damezirandina PKK’ê ve mijara hevsengiya zayendî bûye mijarek sereke û li ser bingehê pêşxistina rola jinan têkoşînek mezin kiriye.

Ji damezirandina PKK’ê ve jin bûne xwedî rol. Di sala 1990’an ve di hemû astan de di rêveberiyê de cihê xwe girtine û bûne xwedî rêxistin û hêza serbixwe.

Piştî ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê partî û saziyên Kurdî hatin damezirandin, hevsengiya zayendî pêşket û di vê çarçoveyê de di serî de ji bo jinan ji sedê 25 kota hate destnîşankirin. Piştre bû ji sedî 40.

Piştre Ocalan li ser mijarê hîn zêdetir kûr bû û diyar kir ku divê sîstema kota rabe û wekheviya zayendî pêk were. Lewma sîstema hevserokatiyê pêşniyar kir.

Li gorî Ocalan sîstema hevserokatiyê wê rê li pêşiya merkezî (navendî) û newekheviyê bigire, wê wekheviya zayendî pêşbixe û sîstemekî demokratîk pêk bîne.

Di sala 2007’an de yekem cara Partiya Civaka Demokatîk (DTP) li Bakurê Kurdistanê sîstema hevseorkatiyê pêk anî.

Piştre piraniya partî û rêxistinên li ser fikrên Ocalan ev sîstem bingeh girtin û jinek û mêrek dibin hevserok.

Hevserokatî tenê  ji bo serokatiya partî yan jî rêxistinekê nîn e, belku hemû organên jêr jî digre nava xwe de. Ji bo her organekê jinek û mêrek bi awayê hevserok tên diyarkirin

HEVSEROKATIYA YNK’Ê

Bi vê sîstema hevserokatiyê, YNK’ê ji bo îdarekirina hizba xwe pejirand. Ji ber ku hevserokên hatîn hilbijartin, bê cîgirin jî.

Ji bilî vê, hevserokatiya YNK’ê tenê ji bo bilindkirina organa rêvebirina hizba xwe ye û ti car jî organên jêr de peywira vê sîstemê nake.

Parlamentera berê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li ser koma YNK’ê Sozanî Xale Şîhab, sîstema YNK’ê rexne kir û got; “Ev ne hevserokatiye. Hevserokatî pêwîste hevsengiya zayendî hebe. Yanî yek zilam, yek jî jin be. Hevserokatî ne ji bo belavkirina desthilatdariyê ye.”

Her dû hevserokê YNK’ê jî mêr in, ev jî pirsa, gelo di nava YNK’ê de jinek nîne bibe hevserok? tîne bîra mirov. Li ser vê mijarê Sozanî Xale Şîhab got; “Na, ji ber mijar belavkirina desthilata di nava du kesan deye û her du xwe weke bira dibînin. Ev ne forma hevserokatiyê ye. Ger wisan ba, pêwîst bû di navxweyî de jinek û zilamek bihatiban hilbijartin.”

Li gorî çavdêran, YNK’ê ji bo derbazkirina pirsgirêka diyarkirina serokek, sîsetma hevserokatiyê hilbijartiye. Ji ber ku kongreya YNK’ê hat lidarxistin û 2 meh bi ser re çûn serokek nehate hilbijartin. Piştî nakokiya 2 mehan niha mijar hate çareserkirin û sîstema hevserokatiyê hate pejirandin.


Mijarên Din