Du partiyan ji bo Efrînê daxwaza avakirina komîteyek lêpirsînê ya serbixwe kirin

PartiyaYekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê ya dagirkerî avakirina komîteyek navdewletî ya serbixwe kirin da ku rastiyan li Efrînê eşkere bike.

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê têkidlarî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkkerî daxuyaniyek hevpar da dan.

Partiyan di daxuyaniyê de gotin: " Ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelê Sûriyê azaran dikişîne, dewleta Tirkiyê bi rêya komên çekdar ên ku navê opozîsyonê li xwe dike siyasetên xwe yên dijminahî. Ev opozîsyon bi desteka Tirkiyê armanc dike hebûna dîrokî ya kurdan tune bike. Ev tişt di dagirkirina Efrînê de diyar bû. Di dirêjahiya du salan de hovatirîn binpêkirin ji kuştin, revandin, îşkenceya heta mirinê, desteserkirina milkên şêniyên resen, guhertina demografiya herêmê û ferzkirina baçan li dijî şêniyên resen ji hêla dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê ve pêk hatin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê dawiyê de dagirkeran jinên Kurd di girtîgehên veşartî de girtin û li ber çav û guhên hêzên arêtşa Tirk a dagirker rezîl kirin. ji ber wê bertekên hişk ji hêla tevahiya gelê Sûriyê ve derketin.

Her du partiyan binpêkirinên dagirkeran li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê şermezar kirin û bang li tevahiya hêzên siyasî, saziyên hiqûqî, çandî yên li hundir û derve Sûriyê û hikumetên cîhanê kirin ku van binpêkirinan şermezar bikin û rê bidin dazgehên çapemeniyê derbasî Efrînê bibin û binpêkirinên li dijî Kurdan li Efrînê têne kirin belge bikin. komîteyekê ava bikin da ku lêpirsînek navdewletî serbixwe li herêmê çêbikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din