​​​​​​​Du rayedarên Amerîkayê di bin karantînê de ne

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê  ragihand ku wezîrê parastinê Mike Esper û cîgirê wî David Norquist ji ber metirsiyên vegirtina vîrûsa Korona (COVID-19)  di bin karantînê de ne.

Li gel ragihandina rewşa Esper û cîgirê wî, desthilatên Amerîkayê girtekên cidî ji bo parastina berpirsan ji vîrûsa Korona digirin.

Di demek berê de ji roja Yekşemê, berdevka hevserokatiya Amerîkayê Good Dear ragihand ku ji niha û pê ve wê pileya germahiyê ya hemû kesên derbasî Koşka Spî dibe çi wezîr an jî şêwirmend an jî rojnamevan dê were girtin.

Good Dear got: "Ji sibeha roja Duşemê ve wê pileya germahiya her kesê derbasî Koşka Spî dibe Tevî kesên ku bi serok Donald Trump û cîgirê wê Mike Pence re didin û distînin were girtin."

Beşa Rojava ya Koşka Spî ya navdar ji buroya koşkê û buroyên kesên bi serok re hevkar dikin, odeya çapemeniyê û cihên kar ên hinek rojnamevanên ku bi koşkê re kar dikin pêk tê.

(şx)

 


Mijarên Din