Du şanoyên dawîn yên mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol hatin pêşandan

Du şaniyên dawî yên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn  hatin pêşandan.

Koma Tolhildan a Xweser a ji Hesekê şanoya Qêrîn pêşkêş kir, nivîskar û derhênera şanoyê Fatima Ehmed e.

Şano balê dikşîne ser 5 keçên ku li kargeha cilan dixebite, tevî westanda wan xwediyê kargehê keysbaziyê li wan dike.

Keçeke bi navê Sara serî li hember xwediyê kargehê hildide, ji ber ku xwediyê kargehê gendeliyê dike û mafên wan keçan nade.

Lê kesayeta Sara rola azadiyê dilîze û bi hemû hêza xwe hewl dide ku piştî 10 salan ji zulmê mafên xwe bi dest bixe. Li dijî wê plan û komplo tên kirin.

Di dawiyê de Sara dighêje armanca xwe, xewna xwe û ya hevalên xwe jî pêk tîne.

Şanoya Qaimeqamê Nû a koma Şehîd Hêvî ya ji bajarokê Rimêlanê ye. Nivîskarê şanoyê Cewad Başkot e û derhêner Xelîl Tehlo ye.

Fikireya şanoyê têkildarî kesekî ku di mejiyê xwe de nexweş e û nexweşxaneya nexweşên zihnî ne ye. Çîroka vê kesî li ser zimanê  ji bijîşk tê parvekirin, ku yek ji çîroka desthlata li ser civakê ye.

Di naveroka şanoyê de, sûcên ku desthilatan li dijî civakê kirine, tên eşkerekirin. Ev yek bi rêya ew kesê dîn ku çîroka xwe ji bijîşk re vedibêje ku serdana gundekî dike û dibîne ku desthilat li ser gund hikum dike.

Ev kesayetê dîn dest bi guhartina taybetmendiyên desthilatiya ku li ser şêniyên gund tê meşandin dike. Ew jî bi rêya muhasebekirina her kesê li dijî qanûnan derdikeve. Ji desthilat bigire heta bi bazirgan û her kesê li dijî vê desthilatiyê derdikeve.

Di dawiya şanoyê de Qaimeqam anku kesê dîn vedigere nexweşxaneya kesên dîn, ew jî piştî ku peyama xwe da.

Ji ber qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê ferz kiriye ku dê 6'ê Nîsanê dest pê bike, mîhrîcan dê sibe bi eşkerekirina şanoyên serkeftî bi dawî bibe.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din