Du şehîdên MLKP`ê li Hesekê hatin oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyên du şehîdên MLKP`ê oxir kirin. Beşdarên merasima oxirkirinê tekez kirin ku heta rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî, dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî merasima oxirkirina du şehîdên hêzên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Umit Tekin (Metîn Dîcle) û Şenol Sagaltici (Ferhad Erebo) li Goristana Şehîd Dijwar a li bajêr, bûn.

Li gorî wesîqeyên şehadetê, her du şervanên MLKP`ê Metîn Dîcle û Ferhad Erebo di 16`ê Îlonê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bûn, li bajarê Hesekê şehîd bûne.

Hêzên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) ku di Gulana 2015`an de damezrandina xwe ragihandibû, li ser tabûrên ji şervanên biyanî pêk tê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de xwe bi rêxistin dike û ji bo li kêleka ciwanên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin derbasî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Li goristanê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tûraneke leşkerî li dar xist. Piştre Ezîze Hisên bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan û hevrêyên wan. Ezîze soz da ku heta pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê û rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî Remedan Hesekê wiha axivî: “Em sersaxiyê didin malbatên her du cangoriyan û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Bi saya fedekariyên şehîdan em êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibin. Em ajanên ku alîkariyê didin dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Dîrok dê wan efû neke, dê lenet bike.”

Remedan Hesekê soza berdewamkirinar êya şehîdan nû kir.

Endamê Fedrasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzidî jî diyar kir ku wekî birîndarên şer wan soz daye rêber Ocalan û şehîdên azadiyê ku heta dilopa dawîn a xwîna xwe, xebat û fedekariyê bidomînin û got: “Dê meşeleya şoreşa me heta bidestxistina azadiyê û pêkanîna armanc û xeyalên şehîd û gelên me, pêketî be.”

Di dawiya merasimê de wesîqeyên her du şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

ANHA


Mijarên Din