'Duh DAIŞ bû îro dewleta Tirk e; em ê heya dawî li hember dagirkeriyê têbikoşin’

Şervanên ku li eniya Eyn Îsa li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin, diyar kirin ku wan duh çawa li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin îro jî li hember dewleta dagirker a Tirk û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi heman şêwazî şer bikin.

Ciwanên herêmê ku niha di nava refê QSD’de li hember dagirkeriya dewleta Tirk û bermahiyên çeteyên DAIŞ/El-Nusra ku di bin navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li hev hatine komkirin de şerê berxwedaniyê dikin, gotin ku ew ê bi biryardariyekî mîsoger li hember dagirkeriyê tekoşînê berdewam bikin.

'KIRYARÊN ÇETEYÊN TIRKIYÊ MÎNA YÊN DAIŞ‘Ê NE'

Cebel Reqa dibêje: "Her çendî tiştên ku DAIŞ‘ê di girtîgehên de bi serê min de anîbûn tê bîra min hêz û israra min a bersivdayîna êrişên Tirkiyê û çeteyê wê yên li ser xaka me zêde dibin. Ji ber ku em binpêkirinên wan ên li dijî gelê me yên li herêmên dagirkirî mîna Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê dibhîzên û dibînin."

Cebel Reqa diyar kir ku tu ferqa kiryarên çeteyên Tirkiyê ji yên çeteyên DAIŞ‘ê nînin, ji ber dema ku ew ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin bi xwe rastî van kiryarên çeteyan hatiye û wiha dewam kir: "Çeteyan bi tewana têkiliyên min bi koalîsyonê re hene ez girtim. Hemû gunehê min ew bû ku erebeyek li nêz dikana ku ez tê de dixebitim hate hedefkirin bû. Hemû cûre êşkence, lêdan û wekî din li min kirin. Mirov  nikare rêbazên êşkencekirinê yên çeteyan bîne ziman. Ne ji QSD û rizgarkirina bajêr bûye dibe ku ez rastî êşkenceyên mezintir bihatima.”

Ji ber Cebel Reqa ji nêz ve çeteyên DAIŞ nas kiriye û bi destê wan hatiye êşkencekirin di eniyê berxwedanê de cih girtiye. Cebel Reqa anî ziman ku ew ê bi hemû hêza xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bisekine, şênî û welatên xwe ji kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê yên dagirker ên dişbihin DAIŞ‘ê biparêze.

JI BO DAIŞ VENEGERE ŞER DIKE

Şervanê QSD‘ê Hekarî Reqa jî diyar kir ku DAIŞ‘ê, bi tewama ku sivîl ji qadên şer biriye qadên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin çeteyan ew girtine. Hekarî Reqa destnîşankir ku, ew ê şer bike da ku çeteyên DAIŞ‘ê dîsa venegere herêmên rizgarkirî û êrişên dagirkiriyên yên heyî jî bê encam bimînin.

Hekarî Reqa got:"DAIŞ‘ê hewl dide bi cilekê nû cilê " Artêşa Niştimanî ya Sûrî " vegere. Artêşa Niştimanî ya Sûrî  bi xwe DAIŞ e.

Reqa, bi bîr xist ku kiryarên DAIŞ‘ê yên li herêmê israra wî ya şerê li hemberî Tirkiyê û çeteyên wê yên mîna DAIŞ‘ê zêde dike û soza parastina xaka xwe û şopandina xeta şehîdan da.

'WEKÎ DAIŞ, ÇETE LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ZORÊ LI ŞÊNIYAN DIKIN‘

Şervanê bi navê Xal Masîro jî bi bîr xist ku bi saya QSD‘ê ew ji zulma çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûn û bi tevlêbûna xwe ya nava QSD‘ê ew ê xeta şehîdan dişopînin û wiha domand: "Em ê xaka xwe ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê diparêzin. Çawa DAIŞ‘ê zulm û zor li me dikir, çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî niha wisa dikin."

Masîro her wiha got: "Heger em herêmên xwe ji dagirkeran rizgar nekin wê kî rizgar bike, cîhan li hemberî kiryarên dagirkeran ên li herêmên me bêdeng e. Divê em herêmên xwe rizgar bikin û xwe nespêrin kesên din da ku werin me ji zulmê xilas bikin."

ANHA


Mijarên Din