Dunford: Xîlafeta DAIŞ`ê ya madî bi dawî bû lê metirsî dewam dike

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford got gefên DAIŞ`ê nehatiye veşartin, her wiha tekez kir ku divê bizanin ku ev pêngaveke domdar e û DAIŞ ne tenê li ser Rojhilata Navîn gefan dixwe, lê li hemû cîhanê gefan dixwe.

Malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê axaftina serokê Desteya Erkan a Hevbeş û serokerkanê Amerîkyê Joseph Dunford, dema ku li Iraqê bû û bi berpirsên leşkerî yên DYA û hêzên koalîsyonê yên li paytextê re civiya, belav kir. Hevdîtin der barê gavên qedexeya zindîkirina DAIŞ`ê de bû, li ser vî esasî bi balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Metta H. Toiler û serokê oparasyonê  Paul Lacamira re civiya.

Dunford got: "Bêguman li Iraqê û Sûriyê DAIŞ hat tunekirin, lê ev nayê wateya têkoşîna li dijî fikrên çeteyan bi dawî bû. Gefên DAIŞ`ê ne winda ne û di dawiyê de şer bi dawî nebûye."

Joseph Dunford wiha axaftina xwe domand: "Ez bawer im bûyera ku li Iraqê û Sûriyê qewimî, têrê dike ku bibe tecrubeya perwerdekirin, sûdwergirtin û xurtkirina hêzên herêmî."

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bawer im me rêbaza gefan bi awayekî berbiçav guherand, me ew têk birine, lê divê em bizanin ku ev pêngav domdar e, hêj li hemû Rojhilata Navîn metirsî heye, di heman demê de em dizanin ku DAIŞ gefan li hemû cîhanê dixwe."

(eh)


Mijarên Din