Durûtiya biryarên Meclisa Ewlehiyê gelê Sûriyê dike qurbaniyê hêzên nakok

Ger mijar girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê be durûtiya biryarên Meclisa Ewlehiyê derdikeve holê, her wiha dewletên dosyaya mirovî veto dikin bi giştî bi nakokî û ajandeyên xwe bi Sûriyê ve girê didin, bi wê re gefan li jiyana bi milyonan mirovên dixwin ku ji 9 salan ve azarê bi sedema destwerdanên derve dikişînin.

Îro Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser derbasbûna alîkariyên mirovî ji Sûriyê tenê di dergeheke bi Tirkiyê re bi dema salekê erê kir ku bi fişara Rûsyayê ku hewl dide ji guhartina rewşa Sûriyê derfet bigire, jê jî beşdariya leşkerî ya yekser, da ku Amerîka û hevalbendên wê bihêlin hin tawîzan bidin, bi taybet piştî ferzkirina DYA’yê ya Qanûna Qeyser li dijî rejîmê.

Dirêjkirina biryara 2165’an a derbasbûna alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bi rêya 4 dergehên sînor mîna deriyên Iraq û Urdin û 2 dergehên bi Tirkiyê re heta 2019’an bû, her wiha Rûsya û Çînê reşnivîsa biryara erebî-ewropî ya ji Meclisa Ewlehiyê re hatiye pêşkêşkirin, red kir. Lê belê aliyên rojavayê di Kanûna borî de tawîz dan, ew jî dema Rûsyayê li ser dosyaya Sûriyê li dijî biryara berdewama xebata derbaskirina alîkariyan a 4 nuqteyan re, veto kir. Tenê daxwaza 2 dergehan bi Tirkiyê re kir.

Rûsyayê li ser dewletên rojavayî û saziyên NY’yê fişar kir ku bi Şamê bidin û bistînin, piştre ji nû ve reşnivîsa biryarê piştî erêkirina dewletên rojavayî li ser du dergehan hate guhartin. Lê belê derbaskirina alîkariyan ji dêvla salekê daxist 6 mehan. Wê demê Meclisa Ewlehiyê di 10’ê Çileya borî de ji bo gihandina alîkariyan ji herêmên bakur û rojavayê Sûriyê re ku di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye (Cebhet El-Nusra yê berê ku di lîsteya terorê de ye) erê kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derbaskirina alîkariyên navneteweyî ji bo xizmetên ajandeyên Tirkiyê û Rûsyayê li Sûriyê bi dûr xist.

Bi destpêkirina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) re, Washingtonê got divê dergeha Til Koçer/Yeirûbiyê ya di navbera Iraq û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bê vekirin û WHO’yê di Nîsanê de piştevaniya wê kir û daxwaza vekirina dergehê bi awayekî lezgîn kir. Lê piştre bi lez WHO’yê ev daxwaz ji reşnivîsa muzakereyên xwe bi fişarên li dijî wê ku tên texmînkirinên yên Rûsya û Tirkiyê ne, rakir.

PLANA RÛSYAYÊ

Moskov ji bikaranîna vetoyê li dijî hewldanên pêşkêşkirina alîkariyên û girêdayîna bi azarên sûriyan re li beramber Qanûna Qeyser, dixwaze eşkere bike ev qanûn sedema birçîbûna welatiyan e û li rex wê jî bi pêwîstiya derbaskirina alîkariyên navneteweyî bi rêya hikumeta Şamê ve girê bide ku li gorî kêfa xwe alîkariyan li hin cihan belav dike û hin cihan jî mehrûm dike.

Her wiha hedefa Moskovê jî, dorpêçkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û serweriya li ser dergehan bi hewldana Rêveberiya Xweser xwe jê re daxe, ew jî bi texmîna wê ye ku bi vê rêbazê dikare serweriyê li şêniyên herêmê bike û wan bixe bin serweriya rejîmê.

Bedran Çiya Kurd cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî planên Rûsyayê got: “Rûsya û Çîn di çarçoveya kontrolkirina Şamê de dosyaya mirovî ji bo ku dorpêça aborî bişikîne û li gel cezayên Qanûna Qeyser, vekirina dergehekê li herêmê red kir.  Her wiha ji vê yekê dixwazin herêmên ne di bin kontrola hikumeta Sûriyê de mîna herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din, bi siyasetên rejîma Sûriyê bidin qebûlkirin. Ew ji biryara vekirina dergehekê li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de dixwazin herêmên Rêveberiya Xweser dûr xînin û dorpêça aborî lê zêde bikin. Da ku siyasetên Şamê yên kirêt ferz bikin bi taybet ên girêdayî dosyaya mirovî.”

BIRYAR JIYANA 5 MILYON MIROVÎ DIXE XETEREYÊ

Erêkirina Meclisa Ewlehiyê ya derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya dergehekê li herêmên di bin kontrola dagirkeriya Tirk û çeteyên Tehrîr El-Şam de, jiyana 5 milyon kesî ji niştecihên resen û koçberên ku ji herêmên Sûriyê ber bi herêmên bakur û rojhilatê welêt ve koçber dibin dixe xeteriyê. Ev herêm rastî êrişên DAIŞ`ê ji aliyekê ve û gefên dewleta Tirk ji aliyekî ve, tên.

Di vî warî de Çiya Kurd got: “Ev biryar ne adil e. Ji ber ku vekirina dergehên din bi Iraqê re bi taybet Til Koçer-Yarûbiye negirtiye nav xwe.”

Çiya Kurd destnîşan kir ku ev biryar, hewldanek e ji bo ku dewleta Tirk û komên wê, dosyaya mirovî û alîkariyên ku Yekitiya Ewropa di civîna xwe ya dawîn de li Brukselê biryar daye ku dê bişîne, kontrol bike û herêmên din jî dûrxîne beyî ku wan bi bîr xînin.

Çiya Kurd wiha domand: “Ev durûtiya pîvanan ne li gorî pîvanên navdewletî ne. Ji ber ku biryara bi hejmar 2165 a sala 2014`an ji bo vekirina dergehên din hatibû erêkirin. Dema bi delîl hatibû îsbatkirin ku alîkariyên mirovî bi rêya Şamê nagihêjin hewcedaran.  ”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir ku dosyaya mirovî ji daîreya nakokiyên siyasî were derxistin û aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê, ji bo derbaskirina alîkariyan ji tevahiya xaka Sûriyê re, hêsanan pêşkêş bikin. Wê jî nekin kaxiza şantajê bi taybet dûrxistina bi zanabûn a herêmên Rêveberiya Xweser ji bernameya piştgiriya mirovî.

Çiya Kurd di nav gotinên xwe de îşaret pê kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bernameya piştgiriya mirovî, deriyên keraseteke mirovî vedike, li gel belavbûna pandemiya koronayê, derfetên kêm, dorpêça aborî û cezayên amerîkî û ewropî li dijî Sûriyê. Çiya Kurd bal kişand ser ku ev dûrxitsin û cezayan dê aloziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêktir bike. Di dema ku ev herêm hejmareke mezin ji koçber û penaberan ji dewletên cîran pêşwazî dike.

Girêdayî rewşa koçberan li herêmê Çiya Kurd bi bîr xist ku 15 kampên koçber û penaberan hene. Tê de bi sed hezaran koçberên ku pişta xwe didin alîkariyan dimînin. Li rex wê jî dewleta Tirk siyasetên dijminahî li dijî herêmê dimeşîne, zêdetirî nîv milyon kes li Hesekê û gundewarê wê, bê av dihêle û ava çemê Firatê qut dike. Çiya Kurd wiha pê de çû: “Ev zehmetî hemû dozên mirovî ne. Divê civaka navdewletî wan di ber çavan re derbas bike da ku azarên gelê Sûriyê sivik bike.”

'NY Û DEWLETÊN XWEDÎ BIRYAR BERPIRSÊN VÊ REWŞÊ NE'

Di dawiyê de Bedran Çiya Kurd diyar kir ku saziyên navneteweyî yên têkildar û dewletên xwedî biryar berpirsên encamên biryarên xwe yên ne adil in.

(fr-şx)

ANHA


Mijarên Din