Durûtiya Meclisa Ewlehiyê û vetoya rûsî dê bibe sedema karesateke tenduristî li Bakurê Sûriyê

Durûtiya Meclisa Ewlehiyê û vetoya Rûsya careke din bi girtina dergehê Til Koçer (Yarûbiyê) li hemberî Bakur û Rohilatê Sûriyê derket holê.

Piştî Moskowê zext li Meclisa Ewlekariya Navdewletî kir, di 10’ê Çileyê de hişt bi rêya sînorê Sûriyê alîkariyên mirovî ji berdêla salekê şeş mehan  derbas bibe. Her wiha  alîkariyên mirovî yên bi rêya deriyê Tilkoçer ê ser sînorê bi Iraqê re asteng kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku alîkariyên derbas dibin, ji bo qada tenduristiyê ya  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi vê yekê hewcedariya bi milyonan kesî dabîn bike.

Dewleta Sûriyê bi dirêjahiya sînorê xwe yê bi dewletên derdor re tê naskin. Li gel vê yekê bi dewletên derdor re xwedan gelek deriyan e, ji wan; Iraq, dewleta Tirk, Lubanan û Urdun.

Lê bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelek derî ji xizmetê derketin. Lewma gelên Sûriyê bi dorpêça aborî re rû bi rû man û sedema vê aloziyê jî hem li aloziya têkiliyên siyasî yên bi hin dewletên derdorê re vedigere û hem jî li qeyrana ewlekariya li Iraqê vedigere. Herêmên ser sînorê Iraqê û Sûriyê di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê û komên terorîstan de ye. Di encamê de derî hatin girtin.

Bi derbasbûna Rûsya û destwerdana di dosya Sûriyê re, Heq El-Veto bikar anî, da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê bi cih bîne. Çi projeyên ji Meclisa Ewlekariyê derbikevin anku yên  ku zererê digihînin yesayên rejîma Sûriyê red dike. Herî dawîn Vetoya rûsî ya ku li dijî Meclisa Ewlekariyê bi kar tîne û bi vê yekê alîkarî tenê bi rêya 2 deriyan derbas bibin. Ew jî deriyê Bab El-Hewa û deriyê Bab El-Selam in. Ji xwe di bin kontrola artêşa Tirk û çeteyên wê de ne. Lê beriya niha alîkarî bi rêya 4 deriyan derbas dibûn û di enamê de kel û pel tenê li ser hevpar û komên çeteyan têne belavkirin. Girtina deriyê Yarûbiyê ji derencamên siyaseta nû ya Rûsya li herêmê  de ye. Êdî bandorê li gel dike û ji mafên mirovî bê par dimînin.

Rûsya ji bo rola Rêveberiya Xweser li herêmê lawaz bike û serweriya xwe li ser deriyên sînorî misoger bike. Dixwaze li ser xaka Sûriyê cihên ku ji bin serweriya Sûriyê derketine, rewabûnê bide rejîma Sûriyê. Biryara Meclisa Ewlekariya Navdewletî û Vetoya rûsî, meclisê erê kir û bi vê yekê tenê 2 derî ji derbasbûna alîkariyên mirovî re têne bikaranîn.

Deriyê Yarûbiyê li herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyê ye. Ev derî pir giringe. Bajarê Yarûbiyê anku Tilkoçber dikeve navbera herêma Cizîrê ya Sûriyê û navbera bajarê Rebîa yê Iraqê. Li gel vê yekê li ser rêya M4 tekane rêya di navbera Sûriyê û Iraqê de ye. Lê ji destpêka aloziya Sûriyê ve girtiye û tenê ji bo nexweşiyê tê vekirin û ew jî tenê ji bo demeke kurt.

Dawiya 2013`an YPG û YPJ`ê navçeya Tilkoçberê rizgar kirin. Di nav de deriyê Yarûbiyê ku di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusrayê de bû. Sala 2014`an bi rêya Rêxistina"UPP" û NY`yê êdî pêwîstiyên tenduristiyê bi rêya deriyê Yarûbiyê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibûn. Rêveberiya deriyê Yarûbiyê ji ajansa me re diyar kir ku hejmara kamyonên mehane derman û alva derbas dikin, di navbera 7 heta 9 kamyonan de ye.

Ji ber vê yekê biryara Meclisa Ewlekariyê ya girtina deriyê Yarûbiyê bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Anku di demekê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû dimîn û rewşa mirovahiyê kambax e de, derî hat girtin. Lewma bandoreke neyînî hem li herêmên şer lê diqewim tê û hem jî li koçberên li kampan dike. Ji ber vê yekê zêdetirî 3 milyon welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav wan de 800 hezar koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bicihbûne zehmetiyan dikişînin.

Di derbarê mijarê de hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulqadir Muhed ji dezgehên çapemeniyê re got: “Di encama girtina deriyê Yarûbiyê dê ji sedî 70 alîkariyên tenduristiyê yên ku ji bo kampa Holê ya bejahiya Hesekê dihat qut bibin. Li gel vê yekê ji sedî 50 ji alîkariyan digiha herêmên li Reqa û Dêrazorê yên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin qut bibe. Derman û alav dê bidin nexweşxaneyên NY`yê li Hesekê piştgiriya wan dike û piştgiriya Heyva Sor a Kurdî jî lawaz bike.”

Raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di demeke ku her 2 deriyên alîkariyên mirovî tê re derbas dibûn û bi hezaran welatiyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberbûn. Bi dehan rêxistinên mirovî yên cîhanî alîkariyê didin komên terorîstan ên Idlibê, nexasim Heyet Tehrîr El-Şam.

(eh)

ANHA


Mijarên Din