Duyemîn Mîhrîcana Zarokan a Çand û Hunerê li dar ket

Duyemîn Mîhrîcana Zarokan a Çand û Hunerê bi tevlêbûna gelek komên stran, govend û şanoyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.

Komîteya Çalakiyan a Çand û Hunerê, Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Zarokan li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.

Xwendekarên dibistanan û malbatên wan bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de cil û bergên gelêrî hatin pêşkeşkirin. Koma Tîrêj, Koma Bajarê Evîn, Koma Girbawî, Koma Zanîn, Koma Kulîlkên Kurdistanê, Koma Nûpel a Mihemed Şêxo stran gotin. Piştî stranan Koma Şûtika Reş karete, Koma Rojava, Koma Şehîd Sarya govend û xwendekarên Dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişlo jî şano pêşkêş kirin. Her wiha zaroka bi navê Kîwan Osman jî têkildarî zimanê kurdî helbestek xwend.

Mîhrîcan bi sloganên ‘Bijî zimanê kurdî’ û ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

ANHA 


Mijarên Din