Dîwana Edaleta Civakî a El-Kesra çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên gel e

Dîwana Edaleta Civakî ya bejahiya Dêrazorê ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan hate vekirin, bûye navenda çareserkirina pirsgirêkan.

FADÎ EL-FARIQ / DÊRAZOR

Navenda Dîwana Edaleta Civakî ya bajarokê El-Kesra ya bejahiya rojavayê Dêrazorê gaveke girîng e ji bo pirsgirêkên ku 8 salan ji dema hebûna çeteyan kom bûne, çareser bike. Dîwana Edaleta Civakî di 10`ê çileyê  de hate vekirin.

Dîwana Edaleta Civakî ji Desteya Rêveber, Dîwana Edaletê, Desteya Cudahiyê, Desteya Lêpirsîn û Îdayan, Komîteya Giştî ya Lihevanînê, Aborî û Arşîf pêk tê.

Heta niha 25 dozên sivîl ji Dîwana Edaleta Civakî re hatin pêşkêşkirin. Ji wan 4 hatin çareserkirin û yên cezayî 29 ji wan 11 hatin çareserkirin û kar û xebat li ser dozên din dewam dike.

Her wiha ji rêveberiya komîteyên lihevanînê ya girêdayî dîwana edaletê 450 doz hatine, ji wan 375 doz çareser kirin, 50 doz ji dîwana desteya edaletê ya Dêrazorê re hatin şandin û 25 doz nîqaş li ser têne kirin da ku werin çareserkirin.

Dozgerê di Desteya Dîwana Edaleta Civakî ya El-Kesra Wehîb El-Beşdar wiha got:"Dîwana Edaleta Civakî ji 3`ê deste û komîteya lêpirsîn û îdayan a El-Kesra û komîteya lêpirsîn û îdayên a El-Cezra pêk tê. Niha li gel me 25 dozên sivîlan hene ji wan 4 hatin çareserkirin û 20 dozên cezayî hene ji wan 11 çareser bûne".

(jo)

ANHA  


Mijarên Din