DYA: Beşdarbûna aliyên di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de bêkêr e

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê aloziya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şermezar kir û banga rawestandina şer li her du aliyan kir.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de got, beşdarbûna aliyên derve di aloziya navbera herdu welatan de "Dê bêkêr be".

Îro sibeha di navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê de şer dest pê kir.

Dewleta Tirk tavilî mûdaxle kir û piştevaniya xwe ji Azerbaycanê re nîşan da û çeteyên Sûriyê ji bo piştgiriya Ermenistanê şand.


Mijarên Din