DYA dê hezar moşekan bide Erebistana Siûdî

Şîrketa Boeing a DYA’yê hevpeymanek bi 2 milyar dolar bi Erebistana Siûdî re îmez kir ku li gorî wê şîrket dê hezar moşekan radestî Erebistana Siûdî bike.

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku şîrketa Boeing dê hezar moşekên ji erd  bo asîman û moşekên li dijî keştiyan bi zêdetirî 2 milyar dolar bide Erebistana Siûdî.

DYA’yê destnîşan kir ku hevpeymana yekemîn dê girêdayî nûkirina moşekên SLAM ER be, her wiha dê 650 moşekên nû ji bo destekdayîna Erebistana Siûdî werin radestkirin. Tê payîn ku hevpeyman di Kanûna 2028`an de bi dawî bibe. SLAM ER moşekên ji erd bo asîman anku dijbalafir in û menzîla wan 155 mîl e.

Her wiha Pentagon hevpeymaneke din bi 650 milyon dolarî ragihand da ku 467 moşekên ji cureya ‘Harpoon Block II’ û radestî Erebistana Siûdî bike.

Li gorî daxuyaniyê moşekên din dê radestî Brazîl, Qeter û Taylandê bên kirin, her wiha dê alavên destekdayînê radestî Hindistan, Japonya, Hollanda û Koreya Başûr bike.

(bx)


Mijarên Din