‘DYA dest bi hemleyeke nû ya zextan li ser rejîma Sûriyê dike’

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji malpera Monitor re ragihand ku rêveberiya Trump xwe amade dike ku zextên siyasî û aborî li ser rejîma Sûriyê zêde bike da ku bihêle rejîm nêrîneke rast bibîne û tawîzan bide.

Malpera Monitor destnîşan kir ku ev daxuyanî di demekê de hate dayîn ku komek ji pisporên ji partiyên Komarparêz û Demokrat û kesên ku biryara lêkolînan didan bi erekedarkirina Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wesyatnameyan bi kesên ku zagonan dinivîsin parve bikin, tevî ku daxuyanî itîrafê bi cudatiya heyî kir.

Komeke lêkolînerên ji Sûriyê di raporeke demkî de nivîsand û rojnameya Politico ew weşandin ku dibêje rejîm ne amade ye tawîzan pêşkêş bike û xwe amade dike da ku hemû Sûriyê vegerîne.

Di raporê de behsa lîsteya pêşniyarên sereke dike, di nav de "Dewamkirina ku rejîm bi rêya cezayan û zextên dîplomatîk derxin û redkirina alîkariyê ji bo jinûveavakirinê."

Hemleya zextê di demeke wisa de pêk hat ku hêzên rejîmê û Rûsya êrîşên xwe li ser parêzgeha Idlibê zêde kirin ku çeteyên ji aliyê Tirkiyê ve têne destekkirin lê hene, her wiha piraniya xakê ji destê Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst de ye.

Rûsya, Îran û Tirkiyê dan û standinên der barê pêşeroja siyasî ya Sûriyê de pêk tînin, tê de çalakiya aştiyê ku ji aliyê DYA`ê ve tê destek kirin, hate paşguhkirin.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo der barê pêwîstiya pêkanîna biryara NY`ê de di civîna xwe ya bi wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov de nîqaş kir.

Berpirsekî payebilind ji Monitor re got ku armanca rêveberiya Trump ew e ku bihêle rejîm û hevkarên xwe derbasî çalakiya derbasbûna siyasî wek çawa di biryara 2254’an de xuya ye, bibin. Berpirs diyar kir ku DYA hişyariyên xwe der barê bikaranîna çekên nukleerî ji aliyê hêzên rejîmê ve dubare kir.

Li gorî dubarebûna dawîn a vekişandina Trump, dê DYA hêzên xwe her mehekê vekişîne heta ku 400 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin, dê 200 leşker li Bakur û Rojhilarê Sûriyê bimînin û 200 li herêma Tenef li başûrê rojhilat bimînin da ku li pêşiya Îranê bisekinin.

Di raporê de hate diyarkirin ku vekişandina DYA’yê, baweriya di pêkanîna DYA ji Sûriyê re diyar dike û ew ê bihêle ku hevkarên DYA û herêmî li çareseriyên cuda bigerin û têkiliyên bi rejîma Esed re pêk bîne.

Senetor Bob Menendez demokratê herî mezin di komîteya têkiliyên derve de got siyasetên rêveberiya Trump hişt ku DYA astengiyê li pêşiya Esed bibîne.

Bob Menendez ji Monitor re wiha got: "Rêveberî dûrî van siyasetan ket. Ew mîsogeriya pêşeroja Sûriyê û berjewendiyên Rûsyayê dike, ev jî şaşiyeke mezin e."

(jo)


Mijarên Din