‘DYA difikre Sûdanê ji lîsteya terorê derxe’

Berpirsekî Amerîkî diyar kir ku DYA amade ye ku Sûdanê ji lîsteya reş ji dewletên xwedîkirina terorê derxe, dema ku fermandarên leşkerî gavên nû avêtin.

Berpirsekî di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji AFP`ê re destnîşan kir ku Washingtonê amadebûna xwe ji derxistina Sûdanê ji lîsteya reş nû kir.

Berpirsekî ku nasnameya xwe eşkere kir, wiha got: "Rêya betalkirina di lîsteyê de dê pêk were eger guhertinên sereke di siyasetan de çêbe, her wiha ku meclisa leşkerî ya demkî piştgiriya çalakiyên terorê neke û mîsogeriya ku dê di pêşerojê de piştgiriya terorê neke, bide."

Berpis diyar kir ku DYA di dema niha de nafikire ku Sûdanê ji lîsteyê derxe.

Her wiha berpirsê Amerîkî diyar kir ku DYA dixwaze meclisa leşkerî di zûtirîn demê de tev bigere û sivîlan beşdarî hikumeta demkî bike û hilbijartinan pêk bîne.

Xwepêşandêrên Sûdanê hîna li kolanan in û daxwazê ji meclisa leşkerî dikin ku fermandariya hikumeta sivîl radest bikin.

(jo)


Mijarên Din