DYA: Em hewl didin beşek mezin ji hêzên Ewropayê li Sûriyê bihêlin

Mike Pompeo got, DYA‘yê hewl dide ku Ewropa bibe beşê hêrî mezin ê ji hêzên rojavayê ku dê li Sûriyê bimînin.

Wezîrê Derve yê DYA‘yê Mike Pompeo anî ziman ku DYA‘yê hewl dide ku Ewropa bibe beşê hêrî mezin ê ji hêzên rojavayê ku dê li Sûriyê bimîne.

Di civîna Congress a der barê budceya sala 2020‘an de ku îro pêk hatibû de, Pompeo  bersiva pirsa Senatorê Komarger Lindsey Graham ya der barê leşkerên Ewropayê ku dê li Sûriyê bimînin da û got: "Helbet, ev e ya ku em niha li ser wê gotûbêjan dikin."


Mijarên Din