DYA ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê lêkolîn dike

Wezîrê gencîneyê yê DYA’yê Steven Mnuchin careke din behsa ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê kir ku ev yek jî piştî ku Tirkiyê moşekên S-400 yên Rûsyayê kirîn, pêk tê.

Li gorî nûçeya Skynewsê, duh Mnuchin got rêveberiya serok Donald Trump mijara ferzkirina cezayan der barê kirîna Tirkiyê ya sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê ya S-400’an nîqaş dike, lê tu biryar nedan.

Steven Mnuchin bersiva pirsa ‘Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê difikire cezayan ferz bike?” da û wiha got: "Em li mijarê dinêrin. Ez tu daxuyaniyan der barê biryaran de nadim, lê em li mijarê dinêrin.”

Hêjayî gotinê ye ku di navbera Enqere û Washingtonê de ji ber kirîna sîstema S-400 nakokî heye. DYA dibêje ew bi çekên asmanî yên NATO`yê re li hev nakin ku gefan li balafirên F-35 dixwin.

Beriya niha Washingtonê hişyarî da Tirkiyê ku ew ê rastî cezayan were, ji ber kirîna sîstemê û Enqere ji bernameya balafirên şer ên F-35 dûr xist, lê Tirkiye hîna tawîzan red dike.

(jo)


Mijarên Din