DYA hêzeke mezin dişîne Rojhilata Navîn û hişyarî da Îranê

Nûnerê ewlehiya neteweyî ya DYA’yê John Bolton got DYA komek ji hilgirên balafiran û topavêjan dişîne Rojhilata Navîn da ku nameyeke zelal ji Îranê re bişîne ku eger tu êrîşan li ser berjewendiyên DYA`yê û hevkarên wê bike, ew ê rastî hêzeke mezin were.

Ajansa Spûtnîkê ragihand ku ji bo bersivdayîna gefên Îranê li ser berjewendiyên DYA û hevkarên wê, Washington xwe amade dike da ku balafiran û topavêjan bişîne herêma Rojhilata Navîn. Nûnerê ewlehiya netewî ya DYA’yê John Bolton wiha got: "Ev biryar hate dayîn, bersiva tedbîr û nîşaneyên Îranê ye." 

Bolton diyar kir ku dê DYA komeke ji hilgira balafirên a bi navê Abraham Lincoln û topavêjan bişîne herêma fermandariya navendî ya DYA’yê li herêma Rojhilata Navîn, bi wê yekê dê nameyeke zelal ji rejîma Îranê re diyar bike ku eger tu êrîş li ser berjewendiyên DYA`yê û hevkarên wê pêk werin, ew ê rastî hêzeke mezin were.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump 2 caran, di Tebaxê û Mijdara 2018`an de, cezayên aborî li ser Tehranê ferz kiribûn.

(jo)


Mijarên Din