DYA karmendên xwe ji Iraqê derdixe

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê îro bi daxuyaniyekê piştî axaftina têkildarî gefên dibe ku li dijî hêzên DYA’yê rû bidin, bang li karmendên xwe yên "nesereke" kir ku ji Iraqê derkevin.

Bi daxuyaniyekê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got  fermana derxistina karmendên"nesereke" yên li Iraqê ku girêdayî hikumeta DYA’yê ne, hate ragihandin.

Tê zanîn ku duh artêşa DYA’yê bi bîr xistibû ku li dijî hêzên wan li Iraqê îhtîmala derketina gefan heye ku niha di nav amadekariyan de ne.

Têkildarî mijarê berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA’yê Bill Urban got: “Şandeya DYA’yê niha di rewşeke amadekariyê de ye û em der barê gefên muhtemel ên li dijî hêzên DYA’yê yên li Iraqê, şopdar in.” 

Serokê DYA’yê Donald Trump jî roja duşemê hişyarî da Îranê û got heke Îran li dijî hêzên DYA`yê tevgerekê bike, dê şaşiyeke mezin be.

(eh)

 

 


Mijarên Din