DYA Muhafizên Şoreşê yên Îranê dixe lîsteya terorê

Rojnameyên DYA’yê diyar kir ku DYA niyet dike ku Muhafizên Şoreşê yên Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Rojnameya The Wall Street Journal duh ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) plan dike Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst, bi vê yekê jî dê gelek zextan li ser vê hêzê çêke.

Rojnameyê li ser zimanê berpirsên rêveberiya DYA’yê ku navên xwe eşkere nekir, ragihand ku DYA dê vê biryarê roja duşemê ragihîne.

Piştî biryara serokê DYA’yê Trump a vekişandina ji hevpeymana nukleerî ya di navbera Îran û hêzên mezin de, Washingtonê zextên aborî li ser Îranê zêde kirin.

(jo)


Mijarên Din