DYA, Rûsya û Îsraîl têkildarî rewşa Sûriyê û gefên Îranê li hev dicivin

اجتماع يضم أمريكا وروسيا و اسرائيل لبحث التهديدات الإيرانية و الوضع السوري Berpirsekî payebilind ê DYA’yê ragihand ku dê civîneke sêalî di navbera DYA, Rûsya û Îsraîlê de di dawiya meha Hezîranê de ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê û gefên Îranê yên li Rojhilata Navîn li dar bikeve.

Berpirsê amerîkî daxuyanî dabû kanala El-Erebiye û tekez kir ku dê civîn rewşa li herêmê û koordîneya di navbera her sê aliyên de da ku neyên pêşberî hev û xelasbûna ji hebûna Îranê li herêmê, nîqaş bike.

Berpirs wiha got: “Ji nû ve avakirina Sûriyê ne di nîqaşê de ye, ji ber ku serokê DYA’yê Trump ne amade ye ku pereyan bide, di demekê de ku Beşar Esed heta niha li ser desthilatê ye.”

Berpirsî got rêveberiya DYA’yê der barê rewşa li Idlibê de bi fikar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna sêalî ya DYA, Rûsya û Îsraîlê dê li ser astê şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya her sê dewletan pêk bê.

(kc)

 


Mijarên Din