DYA û Talîban li Qeterê li hev dicivin

Berdevkê tevgera Talîban a Afganistanê got nûnerên tevgerê îro dê li Qeterê civînekê bi berpirsên DYA’yê re li dar bixin da ku dest bi dan û standinên bidawîkirina şerê ku ev 17 sal e li Afganistanê didome, bikin.

Reutersê ragihand ku berdevkê tevgera Talîban a Afganistanê Zubêhellah Micahêd got tê payîn ku civîn di 2 seatên pêşiya me de li dar bikeve, ji ber şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihaşt cihê civînê.

Piştî gelek torên dan û standinên aştiyê di navbera Washington û Talîbanê de di mehên dawîn de, nûnerê DYA’yê li Afganistanê Zilmay Xelîl di serdana xwe ya roja yekşemê li Kabîlê tekez kir ku pêşketineke pir kêm di danûstandinan de heye. Her wiha Xelîl anî ziman ku pêkan e di demên pêş de hevpeymana aştiyê ya di navbera Talîban û hikumeta Afganistanê de çêbe.

Her du aliyan gelek civînên dubare ji bo nîqaşkirina çarçoveya kar ji bo gihandina hevpeymana aştiyê li dar xistin.

(jo)


Mijarên Din