DYA: Tirkiye li Efrînê qanûnên mafê mirovan binpê dike

Wezareta Derve ya DYA‘yê derbarê binpêkirinên mafê mirovan raporeke weşand. Di raporê de tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê qanûnên navdewletî binpê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya DYA‘yê roja Çarşemê raporeke di derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên di sala 2018‘an de pêkhatîn weşand. Di raporê de binpêkirinên mafê mirovan ên li nêzî 200 herêman tên meşandin hat nişandan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di destpêka raporê de dibêje "Damezrînerên welatên yekbûyî û nûnerên wê yên di Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de diyar dikin ku azadiyên sereke wekî azadiya ol, bawerî, nêrîn û kombûnên aştiyane milkê her mirovakî ye."

Di raporê de her wiha bal tê kişandin ser binpêkirinên mafê mirovan ên li dewletên Rojhilata Navîn di nav de Sûriyê jî.

Di raporê de kuştina bi awayekî ne qanûnî ji aliyê Rêjîmê ve, revandina bi darê zorê, îşkence, her wiha şideta cinsî, biçavkirin, rewşa di girtîgehan de û xeteriya li ser jiyana girtiyan, her wiha zextên li ser çapemeniyê, girtina malperên înternêtê û mudaxeleyên di xwepêşandinên aştiyane de hatin bibîrxistin.

Li gorî raporê, Rejîm ti gav ji bo darizandina kesên ku mafê mirovan binpê kirine ne avêtine. Her wiha hate destnîşankirin ku destê komên girêdayî Rêjîmê di binpêkirin, kuştin, revandina sivîlan û destdirêjî de jî heye.

Di raporê de tê gotin komên çete yên Sûriyê yên desteka xwe ji Tirkiyê digirin êrîşên bê serûber li paytexa Sûriyê Şamê pêk anîn û li Dûmayê sivîl îşkence kirin. Her wiha li Efrînê mal û milkên Kurdan desteser kirin.

Di raporê de dê gotin: "Komên terorîst ên çekdar wekî Heyet Tehrîr El-Şam a girêdayî rêxistina El-Qaîde gelek binpêkirin kirine. Di nav de serêjkirin, kuştinên ne qanûnî, teqîn, biçavkirin, girtina ser malan, îşkencekirin û revandin jî hene."

Di raporê de bal tê kişandin ser binpêkirinê çeteyên DAIŞ`ê li deverên ku dagirkiribûn û hate gotin ku piraniya deverên ku DAIŞ`ê dagirkiribûn ji dest wan hatin derxistin. Hate diyarkirin ku tevî lewazbûna DAIŞ`ê lê dîsa jî êrîşên ferdên ji kêm olan kirin û destdirêjiya jinan kirin, bi darê zorê jin zewicandin, bazirganiya mirovan kirin.

Her wiha tê destnîşan kirin ku destê hêzên Rûsya di kuştina sivîlan de heye, nemaze di êrîşên hawayî yên bê serûber ên li ser Xûtaya Rojhilat a Şamê û Dûmayê de.

Di raporê de bal li ser rewşa li Efrînê, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê. Tê gotin ku şêniyên Efrînê ji aliyê çeteyên “Artêşa Azad” ya ku desteka xwe ji Enqerayê digire ve, tên girtin, revandin, êşkencekirin. Her wiha tê gotin ku komên çeteyên ên desteka xwe ji Tirkiyê digirin û komên terorîst wekî Heyet Tehrîr El-Şam û DAIŞ derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo koçberan asteng dikin.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyên “Artêşa Azad” vegera şêniyên Efrînê li warê xwe û azadiya tevgerkirin û veguhestina niştecihên resen li Efrîna Sûriyê asteng dikin. Di raporê de tê gotin ku destê çeteyên Tirkiyê di koçberkirina sivîlan û binpêkirinên dîtir de heye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ewlehî û aramî vegerand û alîkariya koçberan kir, bi taybet li Reqayê.

Li gorî raporê ku  xwe dispêre rêxistinên ne hikumî wekî saziya Free Yezidi û Yazda çeteyên girêdayî Enqerayê li Efrînê malên sivîlan, nexweşxane, dêr û pîrozgehên Êzidî talan kirin.

Li gorî hin raporên din, hêzên çekdar ên Tirkiyê ji dema ku Efrîn dagir kirine ve gelek sivîl kuştine. Mînak di Tebaxê de COI  bi bîr xist ku Tirkiyê û çeteyên wê êrîşên esmanî birin ser Efrînê.

Di dawiya raporê de tê gotin, binpêkirinên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê qanûnên navdewletî binpê dike.

(şx)

 

 

 


Mijarên Din